ROJEVA NAVENDA NÛÇEYA A 22-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYA A 22-03-2022
22 adar, 2022   00:00

-Navenda Ragihandina Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîneke çapemeniyê ji bo eşkerekirina miqdareke mezin ji hişbirê ku xebata derxistina li derveyî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihate kirin, li dar dixe. Civîna çapemeniyê li avahiya Fermandariya Giştî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn tê lidarxistin. Saet 12:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Endamên Komîteya Rûspiyên Eşîrên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, îşaret bi hevkariya Kurd-Ereban kir û got: "Divê were xurttkirin, da ku planên parçekirinê têk biçin." (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Ji fermandarên QSD'yê yên li eniyên Eyn Îsayê Egîd Girê Spî diyar kir ku armanc ji êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê têkbirina projeya Rêveberiya Xweser û jihevistina tevna civakî ye. Egîd Girê Spî anî ziman ku li dijî êrişan, hêzên wan mafê parastina rewa bi kar tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

-Nûnerên MDS’ê yê li Washingtonê Besam Îshaq da zanîn ku ''Komîteya destûrê'' tu çareseriyan siyasî bi xwe re nayne ku krîza Sûriyê bi dawî bike û got çareseriya rasteqîn bi xurtkirina muxalefeta demokratîk a niştimanî ye.(BI WÊNE)

-Siyasetmedarên sûrî Newroza îsal li tevahî pêkhatyên gelê Sûriyê pîroz kir û got Newroz destpêkirina azadî û serkeftina jiyanê li hember mirinê ye, her wiha girîngiya diyalogên navxweyî destnîşan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Îranê bi fermî berpirsyariya êrişa bi moşekan a li ser Hewlêrê girte ser xwe. Artêşa Pasdaran ew êriş girte ser xwe ku bi moşekên balîstîk pêk hatiye. Peyamên girîng di vê yekê de hene. Tevî ku ajansa fermî ya nûçeyan a Îranê diyar kir ku 'armancên stratejîk ên Îsraîlê' kirine hedef jî, hedefên sereke cuda ne. Ev êriş êrişa li dijî rêveberiya Hewlêrê ye. Avahiya K24 TV û studyoya wê û mala serokê Koma Kar Baz Kerîmî ku di sektora enerjiyê de dixebite, kirin hedef.

- Tu rêxistinên navneteweyî, ne desteyên navneteweyî ne jî dewletên hegemon ên berê û niha (DYA, Rûsya û Çîn) îstîqrar û aştiyê li cîhanê pêk naynin. Pergala hegemon pirsgirêkan mezin dikin, şer, xizantî, birçîbûn û parçebûnên belav dike da ku cîhanê kontrol bike.

KURDISTAN

- Pêngava derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” didome ku ji aliyê Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ve hatiye lidarxistin. Heta niha zêdetirî 500 hezar îmze hatin komkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA