Siyasetmedaran Newroz pîroz kir û banga dîtina çareseriyekê ji Sûriyê re kir

Siyasetmedarên sûrî Newroza îsal li tevahî pêkhatyên gelê Sûriyê pîroz kir û got Newroz destpêkirina azadî û serkeftina jiyanê li hember mirinê ye, her wiha girîngiya diyalogên navxweyî destnîşan kir.

Siyasetmedaran Newroz pîroz kir û banga dîtina çareseriyekê ji Sûriyê re kir
22 adar, 2022   07:28
HELEB – MIHEMED EBDO

21`ê Adarê Cejna Newrozê ye. Piraniya gelên Mezopotamiyayê vê rojê pîroz dikin û weke roja vejîn û azadiyê dibînin. Bi vê boneyê siyasetmedarên ji Sûriyê ku beşdarî pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Helebê bûbûn Newroz li gelê Kurd û cîhanê pîroz kir, her wiha bang kir ku bi rêya diyaloga navxweyî çareseriyekê ji Sûriyê re bibînin.

'NEWROZ GELÊ SÛRIYÊ KOM DIKE'

/ar/uploads/files/2022/03/22/070446_aly-rhmwn.webp

Di vê derbarê de cîgirê  seroka Desteya Rêveber a MSD`ê Elî Rehmûn Newroz li tevahî cîhanê pîroz kir û got: "Newroz cejna bidestxistina azadiya gelan û rizgarkirina ji deshilatdariyê ye. Ev bone gelê Sûriyê li hev kom dike. Ji ber ew hemû pêwendîdarên banga azadî, nûkirin û pîrozkirina gelê Sûriyê di cejna wan a neteweyî de ne."

Rehmûn îşaret bi hatina Cejna Newrozê bi buharê re kir û got, ev ji nû ve vejînê dide û diyar kir ku azadî gelê Sûriyê kom dike û wiha domand: "Li ser vê esasê divê hemû yek dest bin da ku her tiştê azadî, aştî û wekheviya di navbera gelên Sûriyê de pêk tîne, pîroz bikin."

Rehmûn got ev roj di jiyana gelê Sûriyê de bi taybet di jiyana Kurdan de pir girîng e, ji ber ew roja destpêkirina ber bi azadiyê v e ye.

Rehmûn di dawiyê de got, divê her tim diyalog û pêwendî di navbera gelê Sûriyê de hebin da bighêjin Sûriyeke ji her kesî re û di bin sîwana azadî, demokrasiyê de ku hemû gelê Sûriyê bêyî dûrxistin bigre nava xwe.

'DIVÊ GELÊ SÛRIYÊ YEKITIYA XWE AVA BIKE'

/ar/uploads/files/2022/03/22/070428_tlal-hwryh-28229.webp

Endamê nivîsgeha siyasî ya Partiya Neteweyî ya Sûrî ya Civakî û rêveberê partiyê şaxê Helebê Telal Horiye Cejna Newrozê li tevahî gelê Sûriyê pîroz kir û destnîşan kir ku hemû beşên Sûriyê vê rojê pîroz dikin ji ber cejna serkeftina jiyanê li hember mirinê ye.

Horiye got neteweyên Kevana Zêrîn di pîrozkirina vê cejnê de di buharê de li hev kom dibin, pirrengiya ku li Sûriyê çêbûye xezîneyeke ruhî ya gel e.

Horiye di axaftina xwe de bal kişand ser yekitiya gelê Sûriyê da ku dagirkeran û di serî de dewleta Tirk derxin û got ev yek bi rêya îrade û berxwedanê pêk tê da ku serkeftinê bi xwe re bîne.

Telal Horiye navên herêmên Sûriyê yên hatine dagirkirin got û destnîşan kir ku rizgarkirina herêmên Dîlok, Kîlîkiya, Lîwa Îskenderon ku hatiye dagirkirin ji xebatên sereke yên hemû aliyên Sûriyê ye.

Horiye bal kişand ser girîngiya avakirina zemînekê ji diyaloga sûrî – sûrî re ku ew yek ji armancên partiya wan e da ku welatbûna Sûriyê di bin sîwana qanûn û destûra ku edaleta civakî û aborî misoger dike.

Her wiha Horiye got, ew ji kesên bi "pêşxistina" destûra sûrî re di bin benda peyaman civakî, yekitiya pîvan, armanc û ferzkirina serdestiya Sûriyê li ser xaka wê re ne.

Horiye got rêber Abdullah Ocalan Kawayê Hesinkar ê serdemê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ew ji şoreşgerên mezin mîna Antoin Seadeh û Che Guevara ye."

(bx)

ANHA