​​​​​​​Nûnerê MSD’ê yê li Washington: Çareserî bi xurtkirina muxalefeta demokratîk e

Nûnerên MDS’ê yê li Washingtonê Besam Îshaq da zanîn ku ''Komîteya destûrê'' tu çareseriyan siyasî bi xwe re nayne ku krîza Sûriyê bi dawî bike û got çareseriya rasteqîn bi xurtkirina muxalefeta demokratîk a niştimanî ye.

​​​​​​​Nûnerê MSD’ê yê li Washington: Çareserî bi xurtkirina muxalefeta demokratîk e
22 adar, 2022   05:19
NAVENDA NÛÇEYAN-YEHYA EL-HEBÎB

Piştî 6 gerên binketî yên ''Komîteya destûrê'' ya Sûriyê li Cinêvê, duh xebatên gera 7’an digel texmîn ku dê mîna yên berê bi bin kevin, dest pê kirin. Ji ber ku hemû hêzên siyasî yên aktîf ên li welat beşdar nabin, ev ger tu çareyên siyasî li gorî berewjendiyên gelê Sûriyê çer ku, bi xwe re naynin.

Gera 7’an a civînên ''Komîteya destûrî'' duh li navneda NY’yê ya Cinêvê bi serokatiya nûnerê neteweyî yê taybet bi Sûriyê Geir Pedersen li dar ket.

Girêdayî mijarê, nûnerê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) yê li Washingtonê Besam Îshaq wiha got: "Gera 7’an a komîteya destûrê ya Sûriyê li Cinêvê li ser paşxaneya ku nûner Geir Pedesren wesif kiriye ku diyalgokeke kûr û dirêj e bi wezîrê karên derve ya rejma Esed Feysel El-Miqdad re li dar dikeve. Pedersen dixwaze hêviyê bide ku çareya siyasî bi rêya komîteya destûrê pêkan e û çareya siyasî li gorî daxuyaniya wî ya di 14’ê Adarê de rizgariya yekane ji xetimandina rewşa niha ya Sûriyê ye."

‛ALIYÊN BEŞDAR NÛNERTIYA BERJEWENDIYÊN SÛRIYAN NAKIN’

Îshaq ev pirs kir û wiha domand: "Gelo endamên komîteya destûrî ya niha ku ji muxalefetê yên hejmara wan 50 kes e nûnertiya berjewendiyên hemû sûriyan dikin? Bê guman na. Ew ne hemû hêzên siyasî ne ku armanca şoreşa Sûriyê pêk tînin. Gelo 50 endam ji tevahî aliyên siyasî yên Sûriyê yên muxalefeta aktîf li ser erdê ne?"

Îshaq eşkere kir ku ji modela herî girîng a armanca siyasî ya berjewendiyên beşeke girîng ji sûriyan pêk aniye modela Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha domand: "Ev model pirrengî, pirzimanî, pirçandî, mafên jinan û azadiyê yê tevahî sûriyan û azadiya hilbijartina baweriyê qebûl dike. Ev hêmanên bingehîn û şoreşî ne ku Sûriyê ji tevahî aliyan ve ji desthilatê û çewisandinê rizgar bike û ber bi edalet û azadiyê ve bibe."

Besam Îshaq li da zanîn ku tecrûbeya Rêveberiya Xweser ne tecrûbeyeke kurdî yan erebî yan îslamî yan xiristiyantî ye, ne jî banga parçekirina dike ku weke hevrikên wê tawanbar dikin û got, ev model tecrûbeyeke hîna di pêşdeçûnê de ye û hewl dide berjewendiyên sûriyan pêk bîne. Her wiha ev tecrûbe ne weke ev koma siyasî yan jî dewleteke herêmî dixwaze pêk bê, pêk tîne.

‛ÇARESERÎ KÊM E’

Der barê nirxê nîqaşkirina destûrê digel hebûna herêmên dagirkirî û berdewama çalakiyên terorê de nûnerê MSD'ê yên li Washingtonê ev tişt got: "Bijartina endamên komîteya destûrî ya Sûriyê bi rêya aliyên herêmî û navneteweyî û rejîma Esed pêk hat. Bi wê re ne pêkan e ku ev komîte destûrekê ava bike ku sûriyan bigihîne dewleteke xwedî edalet, rûmet û azadî. Ji vê zêdetir tu berjewendiya siyasî ya rejîma Sûriyê di destûra nû ya Sûriyê ya li Cinêvê de tune ye û derbasbûna merheleyeke demkî berpirsên wê rûbirûyî lêpirsînê dihêle."

Îshaq wiha pê de çû: "Pedersen ku bi biryara 2254’an ve ne bi ruhê wê ve girêdayî ye, êdî li pêşberî gihandina destûrekê ji tevahî sûriyan re bûye asteng. Wî bi awayekî eşkere got çareseriya Sûriyê di çarçoveya aliyên sûrî yên navborî di 2254’an de ye, anku komîteya wî nûnertiya hemû aliyên siyasî yên li Sûriyê nakin. Bi wê re ew li ser çareseriyeke kêm diaxive, çareseriyeke kêm jî ne çareserî ye, lê belê berdewama krîzê ye."

Têkildarî pabendbûna Pedersen bi nûnertîkirina sûrî di komîteya destûrê de li gorî qanûna 2254’an Îshaq wiha pê de çû: "Pedersen bi peyama wê biryarê ve girêdayî ye, ne bi ruhê wê ve."

Girêdayhî rewşa Sûriyê ku di gelek pêşdeçûnan re derbas bûye ku helwestên piranî hêzên siyasî yên Sûriyê têk birin Îshaq wiha anî ziman: "Îro hêzên siyasî yên sûrî hene ku şerê terorê ji aliyê leşkerî ve kir û ji aliyê siyasî ve jî modela Rêveberiya Xweser e ku xaka Sûriyê ji terorê rizgar kir, rêveberiyeke siyasî ya pirrengî ava kir ku sêyeka rûbera Sûriyê bi rê ve dibe, her wiha hebûna wê di destûra Sûriyê de hebûneke demokrasiyê ye."

Îshaq anî ziman ku biryara 2254’an ne pirtûka pîroz e, lê belê lihevkirineke demkî ya çawaniya gihandina ber bi çareseriya siyasî ya  pirsgirêka Sûriyê ve ye û wiha got: "Lê demkî hate guhartin û rejîma Esed a ku texmîn dike bi ser ketiye em dibînin ji çareseriyeke wiha dûr dikeve."

Nûnerê MSD’ê yê li Washingtonê Besam Îshaq wiha dawî li gotina xwe anî: "Çareseriya siyasî dûrî komîteya destûrê û Cinêvê li dar dikeve ku  endamên komîteyê ji rejîmê û ajandeyên herêmî û navneteweyî ne. Pêdiviya çareseriya siyasî ya rasteqîn bi xurtkirina muxalefeta demokratîk a niştimanî heye ku rewşa niha derbas dike û dikara rewşa xetimandî ya li Cinêvê û rewşa cemidî ya di doza Sûriyê de çareser bike."

(fr)

ANHA