ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-03-2022
20 adar, 2022   00:00

-Şêniyên navçeya Tirbespiyê li goristana Şehîdan a li gundê Dugurê mûman li ser gorên şehîdan vêdixin. Paşê li çerxerêya Azadî meşaleyên Newrozê vêdixin, saet 17:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Qamişlo meşlayên Newrozê vêdixin, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Tebqa û gundewarên wê şahiya Newrozê li dar dixin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Li Dirbêsiyê, Hesekê û Til Temirê pîrozbahiyên Newrozê dewam dikin, saet 15:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi wesîleya cejna Newrozê, Yekitiya Jinên Ciwan meşeke bi meşaleyan li dar dixe, meş wê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawudiyê bi dawî dibe, saet 18:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê bi gereke bi erebeyan Newrozê pîroz dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger  a Sûriyê bi boneya cejna Newrozê, meşeke bi meşaleyan ji Girê Meştenûr ber bi goristana Şehîd Dicle ve li dar dixe. Li goristanê mûm tên vêxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di 20`ê Adara 2015'an de xwestin meşaleya Newrozê bitefînînin û komkujiyeke mezin pê anîn, lê nedizanîn ku wê ev roj bibe roja geşkirina agirê Newrozê û têkoşîna li hemberî dijminên mirovahiyê. (BI WÊNE).

- Remzî Kartal teqez kir ku dewletên dagirkerên Kurdistanê Newroz ji naveroka wê derxistin lê bi derketina PKK`ê û berxwedana zindana Newroz veguherî sembola berxwedan û serkeftinê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hêviyên jinên koçber ên ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî di pîrozbahiyên Newrozê de ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji warên wan derkevin û vegerin warê xwe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Newroza 2022`an hemwextî salvegera 50`î ya damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê tê pîrozkirin ku ji bo gelê azadîxwaz roja vejînê ye. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ebdulkerîm Saroxan got: "Newroza îsal Newroza yekitî û berxwedana gelan a li dijî siyaseta qirkirina ya dewleta Tirk e." (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Di her du rojên borî de serdana Beşar El-Esed a ji bo Îmaratê rojeva dezgehên ragihandinê bûn. Ev serdan piştî demek dirêj ji qutbûna têkiliyên Şam û Ebû Zebî ya hevalbenda DYA'yê pêk hat. DYA'ê nerazîbûn nîşanî vê serdanê da. Çi girîngiya vê serdanê ye? Têkiliya wê bi tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê çi ye? Gelo Washington bi rastî hêrs bûye? (BI WÊNE).

ANALÎZ

- Şerê li Ukraynayê bê guman têkoşîna ji bo hegemonyayê ye û ev tê wê wateyê ku bi hilweşîna Sovyetê re statuko û hevsengiyên di destpêka salên 1990'î de çêbûne, bi temamî biguherin. Bê guman ev dê bandorê li herêma me jî li dîroka cîhanê jî bike.

CÎHAN

- Ji 2011’an ve cara yekemîn e ku serokê Sûriyê Beşar El-Esed serdana Îmaratê kir û bi berpirsên Kendavê re civiya. Erdogan bi kêmkirina namzetan hevalbendên xwe xurtir dike.

CIVAK Û JIYAN

- Ji 15'ê Adarê ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirên Newrozê hatin dadan. Derdora 50 komên hunerî xwe ji bo pîrozbahiyên Newrozê amade dikin ku dê li zêdetirî 16 navendan werin lidarxistin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA