Panorama hefteyê: Piştî 11 salan El-Esed serdana Îmaratê kir

Ji 2011’an ve cara yekemîn e ku serokê Sûriyê Beşar El-Esed serdana Îmaratê kir û bi berpirsên Kendavê re civiya. Erdogan bi kêmkirina namzetan hevalbendên xwe xurtir dike.

Panorama hefteyê: Piştî 11 salan El-Esed serdana  Îmaratê kir
20 adar, 2022   05:10
NAVENAD NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî behsa serdana Beşar El-Esed ji bo Îmratê û rewşa Tirkiyê û Lîbyayê kirin.

`EL-ESED LI ÎMARATÊ XURTKIRINA TÊKILIYAN NÎQAŞ KIR`

Têkildarî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: "Ji 2011’an ve cara yekemîn e ku serokê Sûriyê Beşar El-Esed serdana Îmaratê kir. Bi cîgirê serokê dewletê, serokê Meclisa Wezîran Şêx Mihemed Bin Raşid re civiyan. Her wiha bi cîgirê fermandarên payebilind a hêzên çekdar şêx Mihemed Bin Zayid re xurtkirina hevkariyê di navbera her du welatan nîqaş kirin. 

Şêx Mihemed Bin Zayid û Şêx Mihemed Bin Raşid serdan bi erênî nirxand û got ew hêvî dikin ewlehî û aştî li welêt bi giştî pêk were. Her wiha pêşxistina hevkariyê di navbera her du welatan de destnîşan kir."

`ERDOGAN BI KÊMKIRINA NAMZETAN HEVALBENDÊN XWE XURTIR DIKE`

Der barê rewşa Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: "AKP`ê û hevalbenda wê MHP`ê duşemê pêşniyarek ji bo kêmkirina kotaya hilbijartinan ji sedî 10 heta ji sedî 7 ji serokatiya parlamentoyê re pêşkêş kir.

Erdogan bi vê yekê hewl dide hevalbendên xwe di hilbijartinên sala bê de xurtir bike.

Li gorî qanûna partiyan a li Tirkiyê, divê her patiyeke siyasî li zêdetirî nîvê 81 wîlayetan hebe. Kongreya xwe ya asayî beriya hilbijartinan bi 6 mehan bi delegeyên xwe re li dar bixe.

Kotaya hilbijartinan; qanûnek rêjeya qebûlkirî ya dengdayînê diyar dike ji bo ku partî derbasî parlamentoyê bibin."

‘REWSA LÎBYAYÊ DI METIRSIYA VEGERANDINA DU HIKUMETAN DE YE’

Li ser rojeva Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Hikumeta nû ya Lîbyayê ya bi serokatiya Fethî Başaxa navenda hikumetê li rojhilatê Lîbyayê wergirt.

Her wiha Başaxa, şêwirmenda Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephanie Williams û hin endamên Meclisa Nûneran duh gihaştin Tûnisê ji bo ku şêwirên siyasî li ser rewşa Lîbyayê bikin. Cîgirê serokwezîrê nû yê Lîbyayê Elî El-Qatranî di daxuyaniyekê de piştrast kir ku ji bo wergirtina navendên wezaretên li rojhilatê welêt erkeke fermî wergirt û da zanîn ku wergirtin di atmosfereke erênî û demokratîk de pêk hat, her wiha bal kişand ser pabendiya hikumeta xwe bo pêşkêşkirina xizmetê ji welatiyan re, da ku hilbijartin di dema xwe de pêk bên.

Li gorî berpirsa kar û barên siyasî ya NY'ê Rosemary DiCarlo, NY'ê hişyarî dabû ku nakokiya li ser desthilatdariyê li Lîbyayê dê bibe sedema bêîstiqrariyê û avakirina 2 hikumetan bi hev re û got: "Lîbya bi qonaxeke nû re rû bi rû ye ku tehdît dike ku careke din saziyên wê parçe bibin û destkeftiyên ku di van du salên borî de bi dest xistine,têk biçin."