`Newroza 2022`an Newroza yekitî û berxwedan gel e`

Newroza 2022`an hemwextî salvegera 50`î ya damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê tê pîrozkirin ku ji bo gelê azadîxwaz roja vejînê ye. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ebdulkerîm Saroxan got: "Newroza îsal Newroza yekitî û berxwedana gelan a li dijî siyaseta qirkirina ya dewleta Tirk e."

`Newroza 2022`an Newroza yekitî û berxwedan gel e`
20 adar, 2022   02:31
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Her sal 21`ê Adarê, gelê Rojhilata Navîn vê rojê wek cejneke neteweyî pîroz dikin û li hember siyasetên şovenîst û yên çewisandinê careke din nasnameya xwe îsbat dikin.

Di vê cejnê de gelek rê û resem li dar dikevin, her wiha êvara Newrozê li ser qadan û çiyayan agir tê vêxistin û govend li derdorê tê gerandin.

ꞌROJA SERHILDANA GELAN Eꞌ

/kr/uploads/files/2022/03/19/191123_-.webp

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê Ebdulkerîm Saroxan bal kişand ser girîngiya Newrozê ji bo hemû gelê Rojhilata Navîn a û wiha got: "Em ê piştî çend rojan Newroza 2022`an pîroz bikin ku wekî roja vejîn û serhildanê li hember hemû siyasetên şovenîst ên di dirêjahiya dîrokê de li dijî gelan pêk dihat."

21`ê Adarê rojeke neteweyî ye, ji ber ku di vê rojê de di 612`an beriya zayînê Medan li ser zulma hakim Neynawayê bi ser ket.

Saroxan diyar kir ku piştî hilweşandina împeratoriya Medan di sala 549`an beriya zayînê de, gelê Kurd bi hemû êrişên qirkirin, komkujiyan û siyasetên înkarkirina çandê re rû bi rû ma, ji ber ku dewletên dagirkerên Kurdistanê hewl didin bi rêya siyasetên cuda agirê Newrozê vemirînin.

Heta çend salan dewletên dagirkerên Kurdistan; Îran, Tirkiye, Iraq û Sûriyê nedihiştin gel û bi taybet gelê Kurd cejna Newrozê pîroz bike.

Li Rojava 1988`an hikumeta Şamê biryara bi hejmar 104 da û li gorî wê 21`ê Adarê wek Roja Dayikê li Sûriyê diyar kir bêyî ku îşaret bi taybetmendiya Newrozê bike.

Li Bakurê Kurdistanê desthilata Tirk li dijî Kurdan hemû cureyên siyaseta çewisandin û şovenîst dimeşîne, di heman demê de her sal dema pîrozkirina cejna Newrozê bi sedan hemwelatî digire, da ku vîn û israra gelê Kurd bişkîne û nehêlibe vê rojê pîroz bike.

Saroxan der barê vê yekê de ev nirxandin kir: "Dewleta Tirk tevî hemû siyasetên xwe jî, lê nekarî Kurd, gelê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji pîrozkirina Newrozê dûr bixe. Her sal bi milyonan li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê Newroz pîroz dikin. Bingeha wê jî berxwedana şehîd Mezlûm Dogan e ku di dilê hemû kurdan de çandiye. "

Berxwedana şehîd Mezlûm Dogan a di girtîgeha Amed de ku di şeva Newroza 1972`yan de agir berda bedena xwe û careke din agirê Neworzê li Bakurê Kurdistanê geş kir veguherî Kawayî Serdemê. Êdî gotina wî ya 'Berxwedan jiyan e' bû slogana hemû gelên Kurdistanê.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Saroxan îşaret bi kiryarên li dijî gelê Kurd ê li Rojhilatêa Kurdistanê kir û got: "Desthilata li Rojhilatê Kurdistanê mîna desthilatên li beşên din hemû nîşaneyên pîrozkirina Newrozê qedexe dikin."

ꞌCAREKE DIN ÇANDA NEWROZÊ DI NAV GELAN DE ŞÎNBER BÛꞌ

Saroxan bi domdarî got: "Digotin Newroz taybet bi Kurdan e, lê fikrê neteweya demokratîk ê ku rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye, rastiya vê boneyê eşkere kir û wê vegerand cewhera wê ya rastîn."

Ebdulkerîm Saroxan îşaret bi rola pêşeng a Tevgera Rizgariya Kurdistanê di vejandin û zindîkirina çanda Newrozê de kir û wiha dewam kir: "Beriya wê dewletên dagirkerên Kurdistanê siyasetên şovenîst li dijî gelan didan meşandin. Lê bi damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê re ku 50`ê sal di ser re derbasbûye, li Kurdistanê wekî zayîneke nû ya cejna Newrozê bû."

Saroxan da zanîn ku serdema damezrandina PKK`ê, serdema azadiya civakan e nexasim azadiya jinan û destpêka berxwedan û têkoşîna gelan a li dijî dijmin e û got, damezirandina PKK'ê Newroza azadiya jinan û vîna ciwanan e.

ꞌNEWROZA 2022`AN NEWROZA YEKITÎ Û BERXWEDANA GELAN Eꞌ

Ebulkerîm Saroxan diyar kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya 2012`an li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû taybetmendiyên cejna Newrozê hilgirtine û wiha dewam kir: "Newroz bi hevgirtina pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan û Ermen xwe nû dike û di hemû cejn û boneyên li herêmê isbata vê rastiyê dikin."

Saroxan da zanîn ku tişta Newroza îsal ji salên din cudatir dike, amadekariya hemû pêkhateyên din ên wekî Suryan, Asûr, Ermen û pêkhateyên din ên herêmê ji cejna Newrozê re, her wiha Newroz hemwextî salvegera 50`î ya damezrandina Tevgera Rizgariya Kurdistanê "PKK" hatiye ku wekî roja vejîn û azadiya hemû gelan e.

Ebdulkerîm Saroxan ev li axaftina xwe zêde kir: "Newroza 2022`an, Newroza yekitî û berxwedana gel a li dijî dijmin û êrişên qirkirinê yên artêşa Tirk e, her wiha rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî û vegera koçberan li malên wan e. Di heman demê de Newroza berxwedana şehîdên ku canên xwe di oxira parastina vê çandê de feda kirine û roja serkeftina şervanên me QSD`ê û gerîla ne ku nasnameya kurdî li çiyayên Kurdistanê parastine ye."

Di dawiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulkerîm Saroxan cejna Newrozê li rêber Abdullah Ocalan xwediyê fikirê neteweya demokratîk, gerîla, QSD`ê û tevahiya malbatên şehîdan pîroz kir.

(eh)

ANHA