Li Îranê di nava 10 rojan de 30 kes hatin darvekirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 10 rojan de li Îranê 30 girtî hatine darvekirin û wê ji berî meha remezanê 15 kesên din jî werin darvekirin.

Li Îranê di nava 10 rojan de 30 kes hatin darvekirin
19 adar, 2022   15:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ragihand ku di nava 10 rojan de li Îranê 30 girtî hatine darvekirin. Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê di nava 10 rojan de li Girtîgeha Navendî ya Şîraz 19 kes bi îdiayên ‘madeyên hişber û kuştinê’ hatine darvekirin û tê gotin ku wê ji berî meha remazanê 15 girtiyên din jî werin darvekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê darvekirina girtiyan şermezar kir. Rêveberê Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê Mihemed Emîrî Mexdem got: “Nabe civaka navneteweyî di dema danûstandinan de ji bo darvekirina ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê rê xweş bike.”

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê eşkere kir di nava 10 rojên borî de li Îranê darvekirin zêde bûye û li bajarên cuda yên Îranê herî kêm 30 kes hatine darvekirin.