​​​​​​​Şêniyên Minbicê bi coş Newroz pîroz kir

Bi diruşma "Bi îradeya gelan em ê Newroza 2022'an bikin Newroza azadiya Rêber APO'', şêniyên Minbicê Newroz pîroz kir.

​​​​​​​Şêniyên Minbicê bi coş Newroz pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê bi coş Newroz pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê bi coş Newroz pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê bi coş Newroz pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê bi coş Newroz pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê bi coş Newroz pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê bi coş Newroz pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên Minbicê bi coş Newroz pîroz kir
19 adar, 2022   16:00
MINBIC

Bi hezaran şêniyên bajarê Minbicê bi hemû pêkhateyên wê şahiya Newrozê li gundê Toq Xelîl ê başûrê rojavayê bajar li dar xist.

Piştî deqeya rêzgirtin û pêxistina meşaleya Newrozê, hevseroka Meclisa Rêveber a Minbicê Nezîfe Xelo got: "Newroz cejna têkoşên, berxwedan û serkeftinê ye, ruxmî mercên zehmet û gefan em vê rojê pîroz dikin."

Endamê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Cahid Hesen jî got: "Newroz sembola biratiya gelan e, roja têkoşîna ku ev 50 salin dewam dike. Em ê têkoşînê dewam bikin heta ku bighêjin jiyaneke azad û bi rûmet."

Piştre koma Botan a dîlanên turkmanî û koma Arîn a dîlanên kurdî û koma dîlana çerkesî hunerên xwe pêşkêş kirine.

Her wiha hunermend Qemer Firêc û Koma Zîlan a stranan a ji Dirbêsiyê stran gotin.

Di dawiyê de Koma Hozan stran û dîlan pêşkêş kirin.

ANHA