Li Reqayê dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin û agirê Newrozê hate dadan

Meclisa Giştî ya Reqayê dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê şermezar kir û agirê Newrozê dada.

Li Reqayê dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin û agirê Newrozê hate dadan
Li Reqayê dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin û agirê Newrozê hate dadan
Li Reqayê dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin û agirê Newrozê hate dadan
Li Reqayê dagirkirina Efrînê hate şermezarkirin û agirê Newrozê hate dadan
19 adar, 2022   15:46
NAVENDA NÛÇEYA

Endmaên Meclisa Giştî ya Reqayê bi beşdarbûna bi dehan şêniyan li qada Mûçemai ya berê ya bajar kom bûn, dagirkeriya Tirk a li Efrînê şermezar kir û agirê Newrozê dadan.

Di kombûnê de Meclisa Giştî ya Reqayê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê hevserokê meclisê Lûey Îsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hate şermezar kirin ku 4 sal di serî re derbas bûn û hate gotin ku dewleta Tirk di wêrankirina Sûriyê û jihevistina civaka wê de berdewam e.

Her wiha hate gotin: "Li gel bêdengiya navneteweyî, saziyên Neteweyên Yekbûyî, Rûsya, Koalîsyona Navneteweyî û hikumeta Sûriyê, dewleta Tirk di siyasetên xwe de bi israr e."

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û saziyên wê hate kirin û xeteriyên siyasetên Tirkiyê yên li Sûriyê têgihiştî bin û ji berjewendî û ajnîdeyên taybet ên bi Tirkiyê re dûr bikevin.

Meclisa Giştî  di dawiya daxuyaniyê de got: "Tirkiyê jinan tecawiz dike, sivîlên bêguneh dikuje û demografiya wê diguhere. Ev hemû sûcên şer e. Em bang li dewletên cîhana azad dikin û destekê didin şoreşgerên xwe, em ê şoreşa xwe berdewam bikin heta ku Efrîn rizgar bikin."

Piştî xwendina daxuyaniyê malbatên şehîdan meşaleya Newrozê pêxistin.

ANHA