Ji bo pêşwazîkirina Newrozê pêngavên paqijkirinê

Ji bo pêşwazîkirina Newrozê, şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Çilaxa pêngava paqijkirinê dan destpêkirin.

Ji bo pêşwazîkirina Newrozê pêngavên paqijkirinê
19 adar, 2022   14:26
QAMIŞLO

Bi boneya hatina Cejna Newrozê, şêniyên navçeya Tirbespiyê pêngava paqijkirina Bendava Mizgefê û derdora çem da destpêkirin.

Li ser mijarê, Hevseroka PYD'ê ya Tirbespiyê Hediya Şemo axivî û diyar kir ku armanca wan ji vê pêngavê parastina xwezayê ye.

Hediya Şemo anî ziman ku bi saya fedekariyên şehîdan û berxwedana şervanên QSD'ê ew Newrozê bi azadî û aştî pîroz dikin.

Li Çilaxa jî şêniyan pêngava paqijkirinê da destpêkirin. Pêngav ji taxa Resafayê dest pê kir. Her wiha navçe xemilandin.

ANHA