Lîwa Şemal Demokratî ji bo rizgarkirina Efrînê bang kir

Lîwa Şemal Demokratî bang li gelê Sûriyê kir ku ji bo rizgarkirina Efrînê di rêzekê de bin û her wiha got, divê civata navneteweyî ji bo rawestandina sûcên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî destwerdanê bike.

Lîwa Şemal Demokratî ji bo rizgarkirina Efrînê bang kir
19 adar, 2022   14:54
REQA

Bi boneya salvegera 4'emîn a dagirkirina Efrînê. Lîwa Şemal Demokratîk (Tugeya Bakur a Demokratîk) daxuyaniyek li navenda xwe ya li bajarê Reqayê da. Berdevkê lîwayê Mehmûd Hebîb daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate got: "Mîna vê rojê dîmenê berxwedanê tê bîra me ku cîhanê matmayî hişt. Lehengên me 58 rojan li hemberî duyemîn mezintirîn artêşa di NATO'yê de û bi deh hazaran çete  sekinîn û windahiyên mezin ên canî û madî gihandin wan.

Ji ber vê yekê dijmin balafirên bê mirov û çekên pêşketî bi kar anîn. Di encamê de hevsengiyên leşkerî hatin guhertin. Ev hemû li pêşberî bêdengiya hikumeta Şamê û cîhanê  de hate kirin. Ji ber van êrişên hovane bi sed hazar şêniyên herêmê koçber bûn û mal û milkên wan hatin desteserkirin.

Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya xayînên ji artêşa niştimanî operasyonên çewisandina nasnameya çandî ya bajarê Efrînê pêk anîn, sembolên çandî û olî wêran kirin, gihaşt asta kolandina gorên şehîdan. Ev sûc bi hemû cûreyên wê dewam dike, bêyî ku hesab jê were xwestin.

Her çiqasî dewleta Tirk sûc û zulma xwe zêde bike, wê bangên daxwazên me nemirin. Wê Efrîn û Idlibê û tevahî herêmên dagirkirî birîneke kûr û deynek di stûyê me de be heta ku em ji dagirkeriyê paqij bikin. Em bang li kesên bi rûmet û gelê Sûriyê yê azadxwaz dikin ku li hemberî dagirkeriyê di rêzekî de bin, xaka xwe biparêzin û ji bo rizgarkirina wê bixebitin.

Di vê boneyê de em şehîdên azadiyê yên berxwedana Efrînê, bi taybet şehîdên hêzên Şemal Demokratî yên bi şehadeta xwe yekitiya gelan û pîroziya welat nîşan dane, bi bîr tînin.

Em bang li civata navneteweyî dikin ku dîlên li gel dewleta dagirker rizgar bikin û çarenûsa wan eşkere bike, her wiha biryarên civata navneteweyî yên di vê derbarê de aktîv bikin."

ANHA