Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Newroz pîroz kir

Bi dirûşma "Di sala serkeftinê de werin cenga azadiyê" şêniyên navçeya Eyn Îsa û koçberên kantona Girê Spî Newroz pîroz kir.

Şêniyên Eyn Îsa û koçberên Girê Spî Newroz pîroz kir
19 adar, 2022   14:22
EYN ÎSA

Pîrozbahî ji aliyê Komîteya Ciwanan a Meclisa kantona Girê Spî ve, bi beşdariya bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarê wê û koçberên Girê Spî li parka giştî ya navneda navçeyê, hate lidarxistin.             

Di destpêka pîrozbahiyê de dayikên şehîdan agirê Newrozê vêxistin, piştre Cîgirê Hevserokatiya Meclisa navçeya Girê Spî Sebrî Nebo bixêrhatina hemû beşdaran kir û Cejna Newrozê li hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Berdevka Malbatên Şehîdan Fîdan Mistefa bal kişand ser fedekariya şehîdan ku bi saya wê herêm û gelê wê di aştî, aramî û azadiyê de dijîn.                

Fîdan Mistefa wiha dom kir: "Bi saya berxwedan û fedekariya gelê Sûriyê li kantona Girê Spî dagirkerî û planên wan yên mêtînger têk çû."                    

Di pîrozbahiyê de Koma Hîlala Zêrîn a Stranan, koma Şehîd Yekta, Koma dibistana Şehîd Îsmaîl El-Hemed, du komên foloklora Ereb, hunerên xwe pêşkêş kirin.

 (dx)

ANHA