Bi boneya Newrozê şahiyek ji hevserên şehîdan re hate lidarxistin

Bi boneya Newrozê Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya Komeleya Amal şahiyek ji hevserên şehîdan re li dar xist.

Bi boneya Newrozê şahiyek ji hevserên şehîdan re hate lidarxistin
19 adar, 2022   14:13
HESEKÊ

Bi boneya Newrozê, Meclisa Malbatên Şehîdan bi hevkariya Komeleya Amal li Hesekê, şahiyek li dar xist.

Şahî li Xwaringeha Teyfûr a bajêr û bi beşdariya hevserên şehîdan, bi dehan jinên bajêr, nûnerên saziyên civaka sivîl ên Rêveberiya Xweser û rêxistinên jinan bi rê ve çû.

Endama rêveber a Komeleya Amal Lîlav Hisên ji ajansa me re axivî û got: "Em Newroza 2022`yan li hemû cîhanê, nexasim jinan pîroz dikin.”

(eh)