​​​​​​​Li Dêrikê qada pîrozbahiya Newrozê hate xemilandin

Endamên komîteya amadekar a pîrozbahiya Newrozê, li gundê Wanik ê Dêrikê qada pîrozbahiyê xemiland.

​​​​​​​Li Dêrikê qada pîrozbahiya Newrozê hate xemilandin
19 adar, 2022   13:33
QAMIŞLO

Endamên komîteya amadekar, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamên saziyên civaka sivîl li gundê Wanik kom bûn, da ku qada pîrozbahiya Newrozê bixemilînin.

/ar/uploads/files/2022/03/19/120557_2022-03-19-drk-newroza-2022-e280ab2816691604029e280ac-e280abe280ac.webp

Komîteyên xizmetguzariyê yên Şaredariya Gel rê sererast kir û cihê pîrozbahiyê paqij kir. Her wiha 21 stûn hazir kirin û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên QSD`ê, YPG, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn daliqandin.

Hevserokê Meclisa Navçeya Dêrikê û endamê komîteya amadekar Mihemed Ebdurehîm axivî û got: “Em Newroza 2022`yan li rêber Ocalan, gerîla û hemû hêzên li eniyên şer û gelê azadîxwaz pîroz dikin.”

/ar/uploads/files/2022/03/19/120610_2022-03-19-drk-newroza-2022-e280ab2816691603729e280ac-e280abe280ac.webp

Ebdurehîm wiha gotina xwe bi dawî kir: "Em ê îsal bi rihê berxwedana Efrîn û berxwedana Newrozê, cejnê pîroz bikin. Li ser vê yekê em bang li gel û pêkhateyên Dêrikê dikin ku serê sibê berê xwe bidin qadên Newrozê, da ku ji cîhanê re bidin xuyakirin ku Newroza 2022`yan Newroza azadî û serkeftinê ye.”

(eh)