​​​​​​​Dewleta Tirk rojavayê Eyn Îsayê topbaran dike

Dewleta Tirk a dagirker gundên Seyda, Meleq û rêya M4 û kampa Eyn Îsayê topbaran dike.

​​​​​​​Dewleta Tirk rojavayê Eyn Îsayê topbaran dike
19 adar, 2022   13:31
EYN ÎSA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundên Seyda, Meleq û rêya M4, kampa Eyn Îsayê, seyrangeha Saqir ên li rojavayê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran dike.

Hemwextî pîrozkirina Newrozê li navçeya Eyn Îsayê, dewleta Tirk a dagirker herêm topbaran kir.

(şx)

ANHA