​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê dagirkirina Efrînê şermezar kir

Şêniyên Dêrazorê îro daketin qadan û di salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê de sûcên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin, her wiha banga avakirina dadgeheke navneteweyî kir da ku dewleta Tirk û çeteyên wê tê de werin darizandin.

​​​​​​​Şêniyên Dêrazorê dagirkirina Efrînê şermezar kir
19 adar, 2022   13:55
DÊRAZOR

Bi boneya salvegera 4`an a dagirkirina Efrînê şêniyên rojhilat û rojavayê Dêrazorê daketin qadan û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şermezar kirin.

Şêniyên rojavayê Dêrazorê li pêşiya Çerxerêya El-Kesre kom bûn û ber bi qada Meclisa Sivîl ve meşiyan.

Di heman çarçoveyê de Meclisa Ciwanan a Herêma Rojhilat jî li bajarokê Girênêc ê rojhilatê Dêrazorê meşek li dar xist.

Şêx, rûspiyên eşîrên herêmê, endamên saziyên sivîl, leşkerî û gelê herêmê tev li meşê bûn û heta qada Şaredariya Gel a bajarokê meşiyan.

Di çalakiyan de daxuyaniyek hate xwendin û tê de wiha hate gotin:

"Artêşa Tirk û çeteyên wê beriya 4 salan bi 72 balafirên şer û hemû çekên giran, sivik û yên di qada navneteweyî de qedexe ne êrişî efrîn kir û dagir kir. Di encamê de zêdetirî 185 deverên xizmetguzariyê, tenduristî û şûnwar hilweşandin.

/ar/uploads/files/2022/03/19/123512_mthna-alahmd.webp

Ji dema ku dewleta Tirk û çeteyên wê bi hevkariya Rûsya û hêzên hegemon ên cîhanê Efrîn dagir kirin, artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî mirovahiyê sûcan pêk tîne, her wiha hemû cureyên qirkirina etnîkî û çandî yên sîstematîk dide meşandin ji wan qetilkirin, talankirin û wêrankirina mal û milkan, da ku demografiya herêmê biguhere.

Ji lewma em bang li saziyên neteweyî, di serî de NY`yê û rêxistinên hiquqî dikin ku li hember sûcên li dijî Efrîn û herêmên dagirkirî bi erka xwe rabin.

Bêdengiya li hember dagirkirina Efrînê bû sedem ku dewleta Tirk destwerdana Sûriyê û cîhanê tevda bike. Ji ber vê yekê hemû herêmên ku dewleta Tirk mudaxeleya wan kirine, bûne kaniya rageşî û gendeliyê. Cîhan hemû bûn şahidê berxwedana Efrînê ku 58 rojan li hember çekên pêşketî yên qedexekirî dewam kir, lê dîsa jî tu helwest nîşan nedan.

Em ê Efrîn û hemû herêmên dagirkirî rizgar bikin. Ji bo pêkanîna wê em ê bi hev re li ser bingeha projeya neteweya demokratîk kar bikin.”

(eh)