​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê zeyta gulberojan li bazaran nemaye

Dezgehên ragihandinê yên xwecih diyar kir lîtreya zeyta gulberojan li sûkên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de bi zêdetirî 15 hezar lîreyî tê firotin û li gelek sûkan zeyt peyda nabe.

​​​​​​​Li herêmên hikumeta Şamê zeyta gulberojan li bazaran nemaye
19 adar, 2022   12:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi destpêkirina destwerdana Rûsyayê ya li dijî Ukraynayê re, li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de buhayên kel û pelan zêde bûn û welatî zehmetiyan dikişînin.

Di sûkan de gelek made kêm bûne, nexasim zeyta (rûn) gulberojan.

Radyoyeke herêmî ragihand ku li bazarên Laziqiyê zeyta gulberojan nemaye û ger peyda bibe jî her lîtreyek bi 15 hezaran lîreyan e.

Li gorî malpera Qasyon beriya niha hikumeta Şamê daxuyandibû ku kel û pel li bazaran kêm nebûne, di heman demê de gotin gelek kes keysbaziyê dikin.

Endamekî Odeya Bazirganiyê ya Şamê ji rojnameya Watan a xwecih re axivî û diyar kir ku hinceta bihakirinê tune ye, ji ber ku ger sedem destwerdana Rûsyayê ya li ser Ukraynayê be, pêwîstî bi çend mehan heye ku heta buha zêde bibin.

(eh)