Li Girkê Legê 26 hezar îmze hatin berhevkirin

PYD’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di çarçoveya hemleya derxistina navê PKK'ê ji "lîsteyên terorê" de li Girkê Legê 26 hezar îmze hatine berhemkirin.

Li Girkê Legê 26 hezar îmze hatin berhevkirin
19 adar, 2022   12:11
QAMIŞLO

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişloyê encamên hemleya komkirina îmzeyan ya li Girkê Legê, bajarokên Mistafewiyê û Erorê eşkere kir.

Endamên PYD'ê, Meclisa Gel a Girkê Legê, Kongra Star û Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê beşdarî hemleyê bûn. Piştî bidawîbûna hemleyê PYD'ê ji bo eşkerekirina encamê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê hevserokê PYD’yê yê navçeya Girkê Legê Mistefa Mam Xêr ve li pêşiya navenda PYD'ê hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin: “Komîteyên me ji bo derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" dest bi komkirina îmzeyan kir û di encamê de 26 hezar îmze hatin komkirin.

Em dengê xwe ji raya giştî ya cîhanê re bilind dikin û dibêjin êdî bes e neheqiya li dijî gelê Kurd.”

Mistefa Mam Xêr di dawiyê de spasiya hemû saziyên sivîl, meclisên gel û şêniyên navçeyê kir.

(dx)