Neda: Ji ber ku tehemulî  vîna azad a jinan, rejîma Tirk çalakvanên jin digire

Hevbendiya Neda piştgiriya xwe ya ji çalakvanên Kurd re rave kir ku bi destê desthilata Tirk tên girtin û destnîşan kir ku dewleta Tirk tehemulî vîna azad a jinan nake.

Neda: Ji ber ku tehemulî  vîna azad a jinan, rejîma Tirk çalakvanên jin digire
19 adar, 2022   13:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevbendiya Neda (Hevbendiya Demokratîk a Herêmî ya Jinan a Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê) têkildarî zextên rejîma Tirk ên li dijî çalakvanên Kurd ên li Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hevbendiya Neda wiha got: "Mixabin desthilata Tirk çalakvanên Kurd ên li Tirkiyê bi awayekî hovane û derqanûnî digire. Dewleta Tirk vê siyasetê bi armanca şikandina vîna azad a jinan dimeşîne. Desthilata Tirk di 16`ê Adarê de bi dehan çalakvanên Kurd girtin, ji ber ku tev li şahiyên Roja Jinan a Cîhanê bûne. Ruxmî ku ev mafê wan ê herî normal e."

Hevbendiyê diyar kir ku ev îsbat dike ku desthilata Tirk nikare vîna azad a jinan tehemul bike.

Hevbendiyê destnîşan kir ku li Efganistan, Filistîn, Yemen, Lîbya, Sûriyê û heta li delek deveran di encama aloziyan de jin rastî tundiyê tên.

Hevbendiya Neda rave kir ku ew piştgiriya çalakvanên Kurd ên li Tirkiyê dike û ji bo xurtkirina yekitiya jinan û berxwedana li hember hemû cureyên dîktatorî û faşîzmê dê têkoşînê mezin bikin.

(şx)