‘Jineke azad, bi rêberekî azad û civakeke azad e’

Endama Kongra Star Rodîn Îsa diyar kir ku dê bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan Newroza îsal pîroz bikin û got “Peyama me wiha ye; jineke azad, bi rêberekî azad û civakeke azad e.”

‘Jineke azad, bi rêberekî azad û civakeke azad e’
19 adar, 2022   10:58
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Bi boneya Newrozê endama rêveber a Kongra Star Rodîn Îsa ji ajansa me re axivî.

Rodîn Îsa diyar kir ku xwedîderketina jinan a li 8`ê Adarê, dê bandora xwe li ser Newrozê jî hebe û got: “Jin dê bi ruhekî berxwedêr Newrozê pîroz bike.”

Rodîn Îsa bal kişand ser taybetmendiya Newroza 2022`yan û got: “Rêber Apo Newroz bi berxwedanê da avakirin û ew kesayetên ku agir bi bedena xwe dan, ji fikr û felsefeya wî bûn; Kawayê hemdem Mazlûm Doxan, Zekiya Alkan, Rahşan, Bêrîvan, Ronahî û Sema Yûce. Ji ber vê yekê em Newroza xwe bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan pîroz dikin.”

Rodîn Îsa peyama wan a Newroza 2022`yan eşkere kir û got: “Peyama me wiha ye; jineke azad, bi rêberekî azad û civakeke azad e. Armanca me ya sereke azadiya fîzîkî ya rêber Apo ye. Ji ber ku azadiya jinan bi azadiya rêber Apo ve girêdayî ye.”

Endama Rêveberiya Kongra Star Rodîn Îsa bang li hemû jinan kir ku bi rihekî berxwedêr tev li Newroza 2022`yan bibin û got: “Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji hemû pêkhateyan li kêleka jinên Kurd tev li pîrozbahiyên Newrozê dibin.”

ANHA