' Newroza 2022'an wê bibe Newroza pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan '

Koordînasyona Kongra Star bi daxuyaniyekê Newroza 2022'an li rêber Abdullah Ocalan û gelê herêmê pîroz kir û bang li pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî nirxên berxwedan û jiyana hevbeş li dijî hemû komployan li ber xwe bidin û Newroza îsal bikin Newroza azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan.

' Newroza 2022'an wê bibe Newroza pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan '
19 adar, 2022   11:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star bi boneya cejna Newrozê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

"Em Cejna Newrozê li rêber Ocalan, tevahî gelê Kurdistan û gelê herêmê, malbata şehîdan, gelên azadîxwaz, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn pîroz dikin.

' NEWROZ SEMBOLA RIZGARBÛNA JI BINDESTIYÊ YE '

Em di şexsê şehîd Mazlûm Doxan, Rehşan û Sûsin de hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînin. Newroz sembola azadî, wekhevî û rizgariya ji bindestî û mêtîngeriyê ye. Berxwedana gelê me ji dagirkeriya Tirk û ji hemû dijminên gelê Kurd re îspat kir ku îrade û têkoşîna gelê Kurd wê her tim bi ser bikeve û hemû plan û hewldanên dijmin yên ji bo têkbirina destkeftiyên gel têk bibe.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi rihê berxwedana dîrokî berxwedan û têkoşînê mezin bikin.

' BI AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER OCALAN WÊ AZADÎ Û DEMOKRATÎ PÊK WERE '

Divê em li ser rêgeza biratiya gelan û jiyana hevbeş li hember hemû komplayan li ber xwe bidin û Newroza 2022'an bikin Newroza pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan, ji ber ku azadî û demokratî bi azadiya rêber Abdullah Ocalan pêk tê.

Em soza şopandina rêya şehîdên demokratî û azadiyê dubara dikin ku serkeftinê pêk bînin û heta Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk ava bikin."

 

(dx)

 

ANHA