​​​​​​​Zelensky banga dan û standinên aştiyane kir

Hemwextî zêdebûna bombebarana Rûsyayê û zêdekirina cezayên aborî yên rojavayî, serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky bang li Rûsyayê kir ku tevgerên xwe yên leşkerî li welatê wî rawestîne û dan û standinên aştiyane bike.

​​​​​​​Zelensky banga dan û standinên aştiyane kir
19 adar, 2022   10:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky îro bang kir ku dan û standinên aştiyane yên berfireh bi Moskovê re ji bo rawastandina şer pêk werin.

Waliyê herêma Luhanskê ku dikeve ser sînorê Rûsyayê, diyar kir ku dê îro agirbest pêk were û ji bo valakirinê dê korîdoreke mirovî were vekirin.

Zelensky duh gotibû: "Divê her kes dengê min bibihîze, bi taybet Moskov, dem dema hevdîtin û nîqaşê ye, dem dema vegerandina ax û edaleta Ukraynayê ye. Heke na Rûsya dê nekare heya çend nifşan ji bandora şer xilas bibe.”

Rûsyayê di 2'yê Adarê de eşkere kiribû ku nêzî 500 leşkerên wê hatine kuştin, lê ji wê demê ve tu agahî nedane.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) çend caran hişyarî da ku dibe ku Rûsya alîkariya Çînê bixwaze. Çîn hêza herî mezin e ku tevgera leşkerî ya Rûsyayê li Ukraynayê şermezar nekir.

Koşka Spî ragihand ku serokê DYA'yê Joe Biden ji serokê Çînê Xi Jinping re gotiye heke piştgiriyê bidin Rûsyayê dê ceza li Çînê werin ferzkirin.

Rûsya û Çîn red dikin ku Çînê alîkariya leşkerî ji Moskovê re şandiye. Çînê da zanîn ku ew dixwaze dawî li şer were.

Wezîrê parastinê yê DYA'yê Lloyd Austin jî got welatî wî beşdarî şerê li Ukraynayê yê li dijî Rûsyayê nabe û piştrast kir ku kes naxwaze şer di navbera du dewletên xwedî çekên nukleerî de pêk were.

(dx)