'Di yekitiya Kurd û Ereban de divê îro ji duh û sibe jî ji îro baştir be'

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebdulbarî Ehmê diyar kir ku têkiliya civakî ya di navbera Kurd û Ereban de tevî hemû hewldanên neyînî jî bi xurtî berdewam dike û got “Heke yekitiya Kurd û Ereban îro ji ya duh baştir e, divê em yekitiyeke baştir ji zarokên xwe re bihêlin."

'Di yekitiya Kurd û Ereban de divê îro ji duh û sibe jî ji îro baştir be'
19 adar, 2022   04:17
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Netewedewletan ji bo hebûna xwe hewl da civakên homojen biafirînin û ji bilî hebûna 'neteweya serdest' her kesî tune bikin.

Ev yek jî ji bo gelên qedîm ên Rojhilata Navîn; Kurd û Ereban jî wisa bû. Ev her du gelên ku dewlet hewl didin berî hev bidin, tevî hemû provokasyonan jî pêkvejiyan ji xwe re kiriye esas. Ev têkilî dema ku rêber Abdullah Ocalan li Sûriyê bû, gelekî bi pêş ket û îro di bin sîwana Rêveberiya Xweser de ji bo tevahiya Rojhilata Navîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê mînakeke herî baş e.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebdulbarî Ehmê der barê yekitiya Kurd û Ereban de axivî û qonaxên vê têkiliyê di dîroka nêz a Sûriyê de, şîrove kir.

Ehmê diyar kir ku li ser xaka Sûriyê Kurd û Ereb bi hev re dijîn û got: "Her du gel jî bi sedan salan e li vê xakê bi hev re dijîn. Cîranên hev in. Li gund û bajaran, li her derê têkiliyeke wan a nêz heye. Di navbera her du gelan de yekitiyeke erênî heye. Mirovên ji van gelan bi hev re zewicîn, di xebatên çandiniyê de bi hev re xebitîn. Dem bi dem hewldanên qutkirina têkiliyên van her du gelan çêbûn, lê bi giştî yekitiyeke civakî ya erênî hebû."

Ehmê diyar kir ku daxwaza domandina têkiliyên xweşbîniyê di nava her du gelan de pir zêde ye û got: "Carinan provokasyonên hikumeta Şamê û hevalbendên wê hebûn, lê ev civakîbûn xirab nebû. Di 12'ê Adara 2004'an de hewl dan Kurd û Ereban rakin hemberî hev. Di wê demê de jî zilma hin Ereban li ser Kurdan hebû. Lê belê bi hewldanên rewşenbîr û rûspiyan, têkiliyên her du gelan dîsa baş bûne. Rastiyek e ku hin alî dixwazin vê yekitiyê bişikînin, lê bi piranî alîgiriya yekitî û hevgirtinê heye."

Ebdulbarî Ehmê bi bîr xist ku dema pêvajoya sala 2011'an li Sûriyê dest pê kir, gelek hêzan hewl da nakokiyên Kurd û Ereban çêkin û diyar kir ku ev hewldan bi saya serê aliyên hişmend ên Kurd û Ereban hatine tekbirin.

ŞOREŞA ROJAVA Û TÊKILIYÊN KURD Û EREBAN

Ehmê da zanîn ku têkiliyên Kurd û Ereban bi şoreşa Rojava re ketine qonaxeke nû û destnîşan kir ku di hemû qadên jiyanê de gel bi hev re tev digerin û got: "Piştî îlankirina Rêveberiya Xweser ev têkilî di hemû astên civakê de zêde bûn. Kurd, Ereb, Suryan û Ermen li hemû saziyên Rêveberiya Xweser bi hev re dixebitin û di nava qonaxên biryardayînê de cih digirin. Kurd û Ereban di şerê li dijî DAIŞ'ê û çeteyan de bi hev re xwîn rijand. Pêşketineke girîng û baş e ku her du gel ji bo rizgarkirina xaka xwe bi hev re tê koşiyan. Hemû xebatên leşkerî û îdarî ji aliyê kesên ji hemû pêkhateyên herêmê ve tên meşandin.”

Ehmê diyar kir ku li gel cudahiyên di navbera Kurd û Ereban de jî civakeke hevgirtî heye û ji bo pêşerojê hêvî kir: “Em wek rewşenbîr hêvî dikin ku ev têkilî zêdetir û xurttir bibin. Dawiya dawîn ev gel dê bi hev re bin. Ev gel ne dikarin ji hev biqetin û ne jî hev tune bikin. Ji ber ku her çi qas çand û zimanên wan cuda bin jî, ji alî çandî û jiyanî ve entegre bûne. Divê ev her du gel bi hev re bixebitin. Heke têkiliyên îro ji yên duh baştir in, divê em ji zarokên xwe re ji têkiliyeke baştir bihêlin.”

Ebdulbarî Ehmê diyar kir ku xurtbûna vê têkiliyê ji aliyê civakî ve, xwedîderketina li nirxên hevpar ên wekî bawerî, çand û xakê û ev jî hezkirin û hurmetê bi xwe re tîne.

Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebdulbarî Ehmê axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ez dixwazim eşkere bikim ku tu cudahî di navbera me û Ereban de nîn e. Wek rewşenbîr em dixwazin bi saziyên dostên xwe yên Ereb re hîn bêhtir çalakiyên hevpar li dar bixin ku em bikarin di vê têkiliyê de gavên erênîtir biavêjin."