Hewldana Tirkiyê ya sûdwergirtina ji şerê Rûsya-Ukraynayê: Ji bo êrişkirinê li derfetan digere

Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ji krîza di navbera Ukrayna û Rûsyayê de sûdê wergire û ji bo êrişeke berfireh a li dijî Başûr an jî Rojava li derfetan digere. Ozsoy got dewleta Tirk beriya hilbijartinan li pey ‘serketineke biçûk’ e da ku di hilbijartinan de bi kar bîne.

Hewldana Tirkiyê ya sûdwergirtina ji şerê Rûsya-Ukraynayê: Ji bo êrişkirinê li derfetan digere
19 adar, 2022   05:19
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Şerê Ukrayna û Rûsyayê di roja xwe ya 22’yan de didome. Ev şer wek şerê hegemonyayê tê binavkirin û rê li ber komkujî û koçberkirina gelek mirovan vekir. Dewleta Tirk ji bo ku ji vî şerî sûdê wergire bi hemû hêz û îmkanên xwe dan û stanan pêk tîne. Bandora şer a li ser Rojhilata Navîn û Kurdistanê jî hê ne xuya ye.

Parlamenter û hevberdevkê Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Hişyar Ozsoy, bandora şerê Ukrayna-Rûsyayê ya li ser Tirkiye, Kurdistan û Ewropayê ji ANHA'yê nirxand.

Ozsoy diyar kir ku li dijî Rûsyayê hem li Ewropayê û hem jî di nava NATO'yê de yekitiyek heye û kes êrişa Rûsyayê ya li hemberî Ûkraynayê rewa nabîne û îşaret bi cezayên li hemberî Rûsyayê kir û got: “Tevî ku destwerdaneke leşkerî ji aliyê NATO'yê ve nîn e jî, gelek ceza hene ku ji aliyê aborî ve dê bandoreke giran li Rûsyayê bikin."

Ozsoy bi bîr xist ku NATO’yê ji salên 1990'î ve 14 welatên li Ewropayê girtine nava xwe û wiha axivî: "Hevpeymaneke parastina Transatlantîkê bû ku Ewropa û Amerîka bi hev ve girê didan. Lê piştî ku Pakta Varşovayê ji hev ket jî Rûsya pir bi agresîf tev geriya. Hinceta sereke ya Rûsyayê ew e ku dibêje çima NATO her tim ber bi Ewropaya rojhilat ve fireh dibe? Niha heta ber Moskovê hatiye."

‘JI BO RÛSYAYÊ DÊ BERDÊLEKE GIRAN ÇÊBE’

Hişyar Ozsoy da xuyakirin ku Rûsyayê hemû reaksiyonên navneteweyî dane ber çavan û diyar kir ku barê vî şerî dê ji bo Rûsyayê giran be û got: "Ya ku em niha dibînin, Rûsya û Ukrayna hewl didin zemîneke hevpar peyda bikin.  Ya rast, Rûsya nefikirîbû ku li Rojava yekitiyeke ew çend mezin pêk were. Rojava û NATO bi hev re ne. Di demeke kurt de dibe ku Pûtîn ji êrişeke bi vî rengî çend destketiyên taktîkî bi dest bixe."

Ozsoy got "Ukraynayê di sala 2014'an de û di şerê niha de neteweyek afirand” û anî ziman ku Pûtîn tiştekî wiha naxwaze. Ozsoy got Ukrayna ne neteweyeke ew çend xwedî neteweperestiyeke xurt e û diyar kir ku dijberiya Rûsyayê gelê Ukraynayê kiriye yek.

‘NATO DÊ XURT BIBE’

Ozsoy diyar kir ku di şerê Ukrayna û Rûsyayê de dê NATO bêhtir xurt bibe û got: "Heta niha welatên weke Fînlandiya û Swêdê ku ji NATO'yê bêalî û bi guman mane jî ji bo ku bikevin nava NATO'yê ketine nava hewldanan. Li hemberî êrişkariya Rûsyayê, êdî li rojhilatê Ewropayê kes xwe ewle hîs nake. Tirseka mezin heye. Di dema serokê DYA'yê yê berê Trump de dihate gotin ku mêjiyê NATO’yê miriye. Macron der barê NATO'yê de ev tişt gotibû. Lê belê NATO dibe ku di dema pêş de ji her demê xurttir bibe."

Ozsoy bal kişand ser pêşbaziya biçekbûnê ya li Ewropayê jî û wiha axivî: "Di mijara biçekbûnê de Almanya pir bal bû. Diviyabû ji bo NATO’yê ji sedî 2’yê berhemên xwe ya neteweyî ji bo lêçûnên parastinê xerc bikira, lê nedikir. Lê niha em dibînin ku Almanya dê sed milyar euro ji bo ewlehiyê veqetîne. Ji ber vê yekê di dema pêş de dê biçekbûneke zêde çêbe, hem li Ewropayê bi giştî hem jî li rojhilatê Ewropayê."

‘EWROPA DÊ MÎLÎTARÎZE BIBE’

Ozsoy got "Dibe ku şer berfireh nebe" û destnîşan kir ku ji ber vî şerî dê temamiya Ewropayê milîtarîze bibe û got: "Bi taybetî welatên li rojhilatê Ewropayê ber bi NATO'yê ve diçin û dê biçekbûnê zêde bikin û şîrketên mezin ên çekan dê gelek çekan bifiroşin. Mixabin ev pêşbirka çekan ji bo nakokiyên serdema pêş dibe bingeh."

‘JI HEVDÎTINÊN LI TIRKIYÊ ENCAMEK DERNEKET’

Li ser helwesta Tirkiyê ya di şer de Ozsoy got Tirkiye bi navbeynkariya bi vî rengî hewl dide rolekê bilîze lê ev yek bir mimkun nîn e û wiha dewam kir: "Tiştek ji hevdîtinên li bajarê Antalya yê Tirkiyê derneket. Rûs dixwazin Ukrayna bi temamî teslîm bibe. Ukrayna van şertan qebûl nake. Lê belê bi gotina vê firsendê re gelek propagandayên wekî 'em çawa dikarin nîşan bidin ku em welatekî çi qasî girîng in' hatin kirin. Lê ev mijareke pir girîng e di navbera Rûsya û NATO'yê de. Rûsya jî zêde bi Tirkiye bawer nîn e, lê naxwaze Tirkiye ber bi aliyê din ve biçe.”

Ozsoy da xuyakirin ku Tirkiye demeke dirêj e di şerê Ukraynayê û Rûsyayê de polîtîkaya hevsengiyê dimeşîne û got: "Bi Ukraynayê re beriya şer nerehetiyek mezin hebû. Lê belê S-400 ji Rûsyayê kirîn, dron jê kirîn. Lê bele şer dest pê kir û Tirkiyê di meşandina polîtîkaya hevsengiyê de zehmetiyê dikişîne. Tirkiye ji bo polîtîkaya xwe ya hevsengiyê bimeşîne tê dikoşe. Wisa hîs dike ku divê bibe alî, lê ew dê heta dawîyê li ber xwe bide. Ew ê nexwaze Rûsyayê hilde hemberî xwe . Tevî ku NATO dixwaze Tirkiyê ber bi pozîsyoneke zelaltir ve dehf bide jî lê belê şensê Tirkiyê kêm e ku li ber Rûsyayê rabe û di vî şerî de bi zelalî li kêleka Ukraynayê bi cih bibe."

‘LI HEMBERÎ TIRKIYÊ GELEK KARTÊN RÛSYAYÊ HENE’

Hişyar Ozsoy diyar kir ku heke Tirkiye di mijara Ukraynayê de bi Rûsyayê re rû bi rû bibe, Rûsya xwedî kapasîteyeke gelekî bilind e ku li Kafkasya, Sûriye û Lîbyayê Tirkiyê tengav bike. Li Idlibê, li Rojava Rûsyayê gelek kartên xwe hene ku dikare di aliyê bazirganî, çandinî, îxracata berhemên çandiniyê, turîzm û enerjiyê de li dijî Tirkiyê bi kar bîne.

Ozsoy bal kişand ser bandora şer a li ser aboriya Tirkiyê û destnîşan kir ku Tirkiye ketiye nava serdemeke hilweşîna topyekûn û destnîşan kir ku heke heta mehekê şer bidome dê krîzeke petrolê li tevahiya cîhanê rû bide. Ozsoy xuya kir ku heke şer bi vî rengî dewam bike dê fatoreya wê ji Tirkiyê re gelekî girantir bibe .

‘LI TIRKIYÊ KRÎZ KÛR DIBE’

Hişyar Ozsoy wiha berdewam kir: "Şer derbeke giran li turîzma Tirkiyê dixe. Jixwe buhayên rûnê gulberojkan li ber çavan in. Rûsyayê niha gelek madeyên hinardekirinê qedexe kirine. Ji ber ku pêdiviyên gelê wê dê bi xwe pê hebe, heke şer ev qas dirêj bidome. Buhayê petrolê li Tirkiyê gelekî zêde bûye. Li cîhanê jî zêde dibe, lê li Tirkiyê gelekî zêde dibe. Beriya pandemiyê jixwe krîz hebû, krîz bi pandemiyê re kûrtir bû. Tirkiye anîne qonaxa hilweşîneke topyekûn."

Ozsoy diyar kir ku Tirkiye hewl dide ji krîza di navbera Ukrayna û Rûsyayê de sûdê wergire û ji bo êrişeke berfireh a li dijî Başûr an jî Rojava li derfetan digere û diyar e xeta PDK'ê ya li wê derê jî kişandiye heta asteke diyar û wiha got: "Îhtîmala êrişa li hemberî Rojava bi taybetî jî Kobanê, her tim zindî dihêle. Gelo Tirkiye dê vê firsendê bi dest bixe yan na, ew jî mijareke din e. Lê dema ku firsendê biafirîne, dê hewl bide bikeve wê derê. Bi taybetî di dema beriya hilbijartinê de li pey 'serketineke biçûk’ e.”

‘DIBE KU JI NÛ VE KOBANÊ BIKIN HEDEF’

Hişyar Ozsoy got niha dewleta Tirk hewl dide Kobanê bike hedef. Ozsoy di berdewama nirxandina xwe de wiha got: "Bê guman li Sûriyê, Rûsya û Amerîka anku du hêzên mezin ên global hene û her du jî li Kobanê û Qamişloyê xwedî tesîreke mezin in. Lewma heke bi Rûsyayê re têkiliyên wê ne baş bibin, nikare êrişî Rojava bike. Em nizanin ku dê ew qasî bi pêş ve biçe yan na, lê bê guman bi xeta PDK'ê re li ser vê yekê ketiye nava hewldanan."

Nêçîrvan Barzanî, li Antalyayê ya Tirkiyê bi cîgirê serokkomarê Tirkiyê Fuat Oktay, serokê MÎT'ê Hakan Fîdan, berdevkê Serokkomariya Tirk Îbrahîm Kalin û berdevkê ragihandinê yê Serokkomariya Tirk Fahrettîn Altun û berdevkê AKP'ê Omer Çelîk re hevdîtin kiribû. Piştî civînê PDK'ê wesayîtên zirxî û gelek hêz şandin herêma Heftanînê.

NÊZÎKBÛNA PDK’Ê Û DEWLETA TIRK

Hişyar Ozsoy bal kişand ser hevdîtin PDK û dewleta Tirk jî û got: "Xeteke ku PDK, Tirkiye û Amerîka hewl didin li Rojhilata Navîn ava bikin, heye. Bi taybetî Amerîka demeke dirêj teşwîq kir ku nêzîkbûna di navbera Tirkiye û PDK'ê de çêbe. Îran hêzeke herêmî ye. Lê gelo ev geşedan tesadûf in an jî bersiveke ji bo wê civîna li Tirkiyê ye? Em hêvîdar in ku ev nêzîkatî nebe bingeha êrişa li dijî Kurdên li parçeyên cuda. Mixabin hemû nîşane vê yekê nîşan didin."

Hişyar Ozsoy der barê polîtîkayên tunekirin û qirkirinê yên li ser gelê Kurd de diyar kir ku divê Kurd hêza xwe ya xweser mezin bikin û yekitiya xwe xurt bikin û wiha lê zêde kir: "Hinek alî bi taybetî vê yekê naxwazin. Mixabin niha helwesta herî neyînî ya li ser yekitiya Kurdan, helwesta PDK’ê ye. Zehmet e ku mirov fêm bike. Ya ku ji Kurdan re lazim e, bê guman yekitî ye. Lê belê di rewşa heyî de mixabin hêjayî gotinê ye ku di vê mijarê de di asta tê xwestin de yekitî nîn e."

ANHA