​​​​​​​Weqfeya Efrîn a Civakî şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn

​​​​​​​Di salvegera 4'emîn a dagirkirina Efrînê de, Weqfeya Efrîn a Civakî şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn.

​​​​​​​Weqfeya Efrîn a Civakî şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn
​​​​​​​Weqfeya Efrîn a Civakî şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn
​​​​​​​Weqfeya Efrîn a Civakî şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn
​​​​​​​Weqfeya Efrîn a Civakî şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn
18 adar, 2022   18:51
QAMIŞLO

Endamên Weqfeya Efrîn a Civakî û bi sedan koçberên Efrîn û Serêkaniyê li çerxerêya Kela Nebî Norî ya bajarê Qamişlo kom bûn û şehîdên Berxwedana Serdemê bibîr anîn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir û mûm hatin pêxistin. Paşê endama Weqfeya Efrîn a Civakî Dalya Henan axivî û îşaret bi berxwedana şervanên YPG, YPJ û şêniyên Efrînê li hemberî balafirên dewleta Tirk û çekên pêşketî kir.

Dalya Henan diyar kir ku armanca faşîzma Tirk meşleya Newrozê û berxwedana gelê Kurd bitefînin û vê mehê bikin meha azaran û wiha domand: "Meşelaya Newrozê wê netefe, wê têkoşîn heta rizgarkirina Efrînê xurtir bibe."

Dalya Henan di dawiya axaftina xwe de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erkên xwe yên exlaqî li hemberî Efrînê bi cih bînin û dagirkeriya Tirk bi dawî bikin.

Di dawiyê de helbest li Efrînê hatin xwendin û diruşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê hatin berzkirin.

ANHA