ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 19-03-2022
19 adar, 2022   00:00

-Şêniyên Dêrikê bi boneya Newrozê, pêngava paqijkirina herêma Bendava Mizgeftê dest pê dikin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Navenda Dicle ya Çand û Hunerê ya Dêrikê bi boneya Newrozê şahiyekê li Hola Şehîd Bawer a Ciwanên Şoreşger li dar dixe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Amadekar a pîrozbahiyên Newrozê ya Dêrikê bi daxuyaniyekê bername û cihên Newrozê eşkere dike, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Di çarçoveya çalakiyên pêşwazîkirina Cejna Newrozê de, meclisên navçeya Dirbêsiyê û bajarê Hesekê bi hevkariya saziyên civaka sivîl û şêniyan pêngava paqijkirina qad û rêyên sereke li dar dixin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên Hesekê li dijî dagirkirina Efrînê meşekê li navçeya Şedadê li dar dixin, saet 12:00'an. Bi heman armancê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşekê li Dirbêsiyê li dar dixe, seat 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê pîrozbahiya Newrozê ji hevjînên şehîdan re li Xwarîngeha Teyfûr a li bajarê Hesekê li dar dixe, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cejna Newrozê wekî cejna hemû pêkhateyan nirxandin û hêvî kirin ku Newroza sala 2022'an bibe Newroza azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Ebdulbarî Ehmê diyar kir ku têkiliya civakî ya di navbera Kurd û Ereban de tevî hemû hewldanên neyînî jî bi xurtî berdewam dike û got “Heke yekitiya Kurd û Ereban îro ji ya duh baştir e, divê em yekitiyeke baştir ji zarokên xwe re bihêlin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hiqûqnas Hisên Naso anî ziman ku sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne, li gorî hevpeymana Roma ya 1998`an dikeve çarçoveya sûcên şer û got, civata navneteweyî ji ber berjewendiyên xwe yên bi Tirkiyê re li hemberî van sûcan bêdeng e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Parlamenterê HDP’ê Hişyar Ozsoy diyar kir ku dewleta Tirk hewl dide ji krîza di navbera Ukrayna û Rûsyayê de sûdê wergire û ji bo êrişeke berfireh a li dijî Başûr an jî Rojava li derfetan digere. Ozsoy got dewleta Tirk beriya hilbijartinan li pey ‘serketineke biçûk’ e da ku di hilbijartinan de bi kar bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên herêmê behsa zext û polîtîkayên pergelên serdest ên li dijî gelê Kurd di dema pîrozbahiyên Newrozê de kir û diyar kir ku xwepêşandanên kurdan ên li hemberî hemû cûreyên desthiltdariyê girîngiya Cejna Newrozê ligel kurdan nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

KURDISTAN

- Gerînendeyê Navenda Kurd a Lêkolînên Kurdî Newaf Xelîl da zanîn ku berxwedana li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Efrînê wê bi rêbazên pêşketî berdewam bike û got, berxwedana rêya yekane ya rizgarkirina kantona Efrînê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA