Pîrozbahiyên Newrozê û polîtîkayên hêzên serdest

Jinên herêmê behsa zext û polîtîkayên pergelên serdest ên li dijî gelê Kurd di dema pîrozbahiyên Newrozê de kir û diyar kir ku xwepêşandanên kurdan ên li hemberî hemû cûreyên desthiltdariyê girîngiya Cejna Newrozê ligel kurdan nîşan dide.

Pîrozbahiyên Newrozê û polîtîkayên hêzên serdest
19 adar, 2022   02:37
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Hêzên desthilatdar ên dagirkerên Kurdistanê her tim di nava hewldanan de ne da ku agirê Newrozê bitefînin û kurdan çavsor bikin ku nehêlin pîrozbahiyên vê cejna neteweyî li dar bixin. Ji ber vê yekê kurdan bi awayekî veşartî, yanî jî bi navê boneyên din cejnê pîroz dikin.

Rewşa gelê Kurd li Sûriyê hema bêje wekî parçeyên din ên Kurdistanê bû, pîrozkirina cejna Newrozê dihatin qedexekirin. Her wiha wekî hikumetan îdia dikir ku ev cejn gefxwarina li "ewlehiya welat" e.

Tevî vê yekê gelê Kurd 21`ê Adarê yan bi dizî yan jî di bin navên cuda de pîroz dikir.

'ŞEHÎD MEZLÛM DOGAN JI NÛ VE AGIRÊ NEWROZÊ DADIDE'

Yadê Salhe Behcet cejna Newrozê li rêber Abdullah Ocalan, malbatên şehîdan, gelê Kurd û tevahiya gelan û şervanên  li eniyên şer pîroz kir û got: " Newroz yekitiya gelê Kurd ava kir, rastiya wê bi wê da nasîn û hişt ku ji nû ve xwe ava bike."

Yadê Salhe Behcet anî ziman ku Newroz ji bo gelê Kurd xwedî nirx û wateyeke giranbuha ye û wiha dewam kir: "Şehîd Mezlûm Dogan bi canê xwe agirê Newrozê vêxist. Ev roj kir roja serhildana li dijî zilim û zordariyê. Êdî ji wê demê ve gelê Kurd bi slogana 'Berxwedan Jiyan e' Newrozê pêşwazî dike."

Têkildarî zext û astengiyên ku hikumeta Şamê di pîrozkirina cejna Newrozê de derdixistin, yadê Salhe Behcet got: "Hikumeta Şamê xwedî hişmendiyeke nijadperest e, ji lewma nasnameya Kurdan red dikir, lê her tişt hate guhartin, Kurd bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan û Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn xwedî îrade û hêz."

Şoreşa 19`ê Tîrmeha 2012`an a Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewldanên hikumetê yên parçekirina pêkhateyan bi bin xist û li ser bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan yekitiya gelan ava kir. Êdî ji wê demê û şûn ve her pêkhateyek bê tirs li gorî rêûresmên xwe 21`ê Adarê pîroz dike.

Yadê Salhe Behcet bang li gelê Kurd kir ku bi coşeke mezin dakevin qadan, li dijî hemû awayên zilim û zordariyê serî hildin û wiha dewam kir: "Divê hûn dakevin qadên Newrozê û vê rojê li gorî xwe pîroz bikin, nexasim jinên pêşeng ên ku beşdarî vêxistina agirê şoreşê bûn."

ꞌBI SAYA FEDEKARIYA 12 HEZAR ŞEHÎD Û RÊBER OCALAN KURD NEWROZÊ PÎROZ DIKINꞌ

Yadê Salhe diyar kir ku tişta Rojava gihand vê qonaxa demokratîk û azad, berdêlên şehîdan e ku di oxira mîsogerkirina jiyaneke aştiyane de canê xwe feda kir.

Yadê Salhe Behcet destnîşan kir ku tevî hemû êriş û gefxwarinên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ew ê Newrozê pîroz bikin. Her wiha ew ê heta azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

Newroza 2022`an bi dirûşmeya "Bi vîna gelan em ê Newroza 2022`an bikin Newroza azadiya rêber Apo"  tê pîrozkirin.

LI LAZIQIYÊ NEWROZ BI NAVÊ "CEJNA BUHARÊ" DIHAT PÎROZKIRIN

Delal Mûnîr ku zarokatî û ciwantiya xwe li bajarê Laziqiyê derbas kir, têkildarî awayê pîrozkirina cejna Newroz got: "Newroz wekî hatina werza buharê dihat pîrozkirin, me hebûna Kurdistanê yan jî Kurd û Kurdistan bindest in nas nedikir, heta me nedizanî ku cejneke neteweyî heye û sembola kurdayetiyê dike, Newroz û gelê Kurd hevdu temam dikin jî nas nedikir."

Delal Mûnîr bi rêya malbateke welatparêz a li Efrînê Tevgera Rizgariya Kurdistanê û wateya Newrozê nas kir. Delal Mûnîr der barê kiryarên hikumeta Şamê yên li dijî çi kesên Newroz pîroz dikir de axivî: "Agirê Newrozê vedimirand, digihaşt asta ku gule li wan bireşîne û wan qetil bike."

Delal Mûnîr bi domdarî got: "Tevî pirrengiya çandên li Sûriyê, lê rejîma Baasê hemû pêkhate înkar dikir û çanda yek al, yek ziman û yek reng ferz dikir."

Delal Mûnîr destnîşan kir ku Newroz ji bo Kurdan tê wateya şoreş û serhildana li dijî çewisandina nasnameya wan.

ꞌLI ŞAMÊ WELATÎ DIHATIN GIRTIN Û QETILKIRINꞌ

Leyla Keleş ku li Şamê û di bin zexta sîstema serdest de mezin bûbû, axivî û got: "Gelek caran hemwextî pîrozkirina cejna Newrozê çalakger, siyasetmedar, hunermed, ciwan, jin, komîteya amadekar a şahiyê û kesên agirê wê vêdixistin, dihatin girtin."

Leyla Keleş bûyereke ku dema 9 salî bû li pêşiya çavên wê pêk hat bi bîr xist û got: "1986`an artêşa rejîma Baasê gelek xort û keç girt in, lê îsrara kurdan zêdetir bû û pîrozbahiyên cejna xwe ya neteweyî li dar xistin."

(eh)

ANHA