​​​​​​​Esed serdana Îmaratê kir

Hate ragihandin ku serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed serdana dewleta Îmaratê kir û bi hakimê Dubey şêx Mihemed Bin Raşid Al Mektûm re civiya.

​​​​​​​Esed serdana Îmaratê kir
18 adar, 2022   20:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera Serokatiya Komarê ya hikumeta Şamê, Beşar Esed, wezîrê Karên Derve û Penaberan Feysel El-Miqdad, wezîrê Karûbarên Serokatiya Komarê Mensûr Ezam û cîgirê Wezîrê Karên Derve û Penaberan Beşar El-Caferî serdana Îmaratê kir.

Cîgirê Serokê Meclisa Wezîran û wezîrê Karûbarên Serokatiyê Şêx Mensûr Bin Zayid Al Nehyan li balafirgeha Dubey pêşwaziya Esed û berpirsên pê re kir.

Li gorî malpera Serokatiya Komarê, "Di civînê de têkiliyên her du welatan, berfirehkirina çarçoveya hevkariya dualî, nexasim li ser astên aborî, fînansê û bazirganiyê ku dikevin xizmetî berjewendiya her du welatan nîqaş hatin kirin."

Ev serdan piştî vegera têkiliyên di navbera Şamê û Ebû Zebî de pêk hat. Berpirsên her du hikumeta piştî qutkirina çend salan demeke berê peywendî danîbûn.

(fr)