ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-03-2022
17 adar, 2022   00:00

-Pêkhateyên navçeyên kantona Qamişlo; Dêrik, Amûdê û Çilaxa û şêniyên kantona Kobanê ji bo şermezarkirina dagirkirina Efrînê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê xwepêşandanekê li dar dixin. Saet 11:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Têkildarî şermezarkirina dagirkirina kantona Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve şêniyên Hesekê, Til Temir, Dirbêsiyê, Hol, Zirgan û Şedadê xwepêşandanekê li dar dixin. Saet 13:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Pîrozbahî û pêxistina agirê Newrozê li kantona Hesekê bi rêya şahiyên cuda ku dê li Dirbêsiyê û Hesekê li dar kevin berdewam dikin. saet 15:00’an. (BI WÊNE Û DÎMEN)

-Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunerê daxuyaniyekê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişlo dide û tê de bernameya çalakiyên cejna Newrozê eşkere dike. Saet 12:00’an (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Efrîna aram û ya ku bi hezaran welatî di encama şer de koçber bûbûn, vehewandin veguherî kaniya fêrkirin û pêkanîna hemû çûreyên sûcan û terorîstan, pê re jî nasnameya bajêr hate guhartin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Îro 28'emîn salvegera wefata Theofilos Georgiadis e ku semboleke dostaniya Kurd û Yewnanan e. Georgiadis di 20'ê Adara 1994'an de li Qibrisê ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû qetilkirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rûspiyên êlên gundewarên rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku Rêveberiya Xweser hevkariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt kir û piştrast kir ku pêkhateyên herêmê nakevin xefka fitneyan.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso got, sewqiyetên PDK`ê li herêma Heftanîn ji bo rakirina dorpêça li ser dewleta Tirk ku hatiye têkbirin, pêwendiya di navbera HPG`ê de asteng bike.(BI WÊNE Û DÎMEN)

-Foza Yûsif bang li gelên herêmê kir ku beşdarî çalakiyên Newroza îsal bibin û destnîşan kir ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya projeya Neteweya Demokratîk Newrozeke nû diyarî gelên herêmê kir. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Di salvegera 4'emîn a êrişa li ser Efrînê de polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst a mêtinger û çeteyên wê yên li ser efrîniyan û gelê Kurd, berdewam dikin.  Erdnîgarî, nirxên dîrokî û çandî yên Efrînê tên talankirin. Tirkkirin di bin siya siyaseta qirkirina civakî û çandî de li hemû herêmên dagirkirî û bi taybet Efrînê tê pêşxistin. Ev polîtîkayên qirkirinê yên li dijî mirovahiyê tevî erêkirina bêdeng a cîhanê pêk tên. (BI WÊNE)

CIVAK Û JIYAN

-Bi piştgiriya Rêveberiya Xweser ji qada çandiniyê re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rûbera çandiniyê zêde bû. Cotkar hewl didin sebzezyên xwe ji derve nekirin û rê li pêşiya buhabûnê bigirin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir ku biryara rawestandina beşa duyemîn a sotemeniyê û kêmkirina rêjeya li stasyonên sotemeniyê, ji bo dabînkirina sotemeniyê ji sektora çandiniyê re ku zeviyên avî bi taybet genim werin rizgarkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA