​​​​​​​Li Tebqayê mayîneke DAIŞ’ê teqiya; zarokek mir û yek birîndar bû

Vê êvarê di encama teqîna bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li Tebqayê de zarokekî jiyana xwe ji dest da û xwişka wî birîndar bû.

​​​​​​​Li Tebqayê mayîneke DAIŞ’ê teqiya; zarokek mir û yek birîndar bû
16 adar, 2022   20:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên herêmî, di encama teqîna bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê de zarokê bi navê Leys El-Mudhî (13) jiyana xwe ji dest da. El-Mudhî ji eşîra El-Helîsat e ku li gundê Siwêdiyê yê biçûk ê li bakurê Tebqayê bi cih bûne.

Têkildarî hûrgiliyên bûyerê çavkanî da zanîn ku Leys El-Mudhî mayînek di nava darên hawîrdorê yên li nêzî gundê xwe de dît û bi xwe re anî mal û lê dema bi mayînê lîst, pê de teqiya û yekser jiyana xwe ji dest da. Her wiha xwişka wî ya 10 salî jî bi giranî birîndar bûn û rakirina nexweşxaneyê.

(fr)

ANHA