​​​​​​​Rûspiyên Dêrazorê: Hevgirtina pêkhateyên herêmê planên dijmin pûç kirin

Rûspiyên êlên gundewarên rojhilatê Dêrazorê diyar kir ku Rêveberiya Xweser hevkariya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xurt kir û piştrast kir ku pêkhateyên herêmê nakevin xefka fitneyan.

​​​​​​​Rûspiyên Dêrazorê: Hevgirtina pêkhateyên herêmê planên dijmin pûç kirin
17 adar, 2022   04:53
DÊRAZOR- FATME EL-EBID

Piştî rizgarkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê û hevgirtina pêkhateyên wê ji Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr, hikumeta Şamê û aliyên din ên dijminê projeya Rêveberiya Xweser hewl dan nakokiyan di navbera pêkhateyan de derxin, bi taybet di navbera Kurd û Ereban de, lê ji ber hevgirtina hemû pêkhateyan û piştgiriya wan ji Rêveberiya Xweser re ev hewldan têk çûn.

Der barê mijarê de rûspiyekî ji êla Elbû Hemîd a li bajarokê Baxozê Hewas El-Casim got: "Di vê qonaxê de em piştrast dikin ku tiştê herî girîng ewlehî û aramiya herêmên me ye, niha em dibînin ku bi saya yekitiya gelan û hevgirtina hemû pêkhateyan aramî li herêmê serdest e."                                                                

Hewas El-Casim wiha dom kir: "Haya me ji hemû komployên ku li dijî gelê herêmê ji bo parçekirina me diqewimin, heye, lê em feraseta mezhebî û etnîkî red dikin û hevgirtina me tercîh dikin, wekî bav û kalên me li herêmê bêyî tu cudahî û pirsgirêk bi hev re jiyan dikirin."

Hewas El-Casim wiha lê zêde kir: "Ev hevgirtin gaveke erênî ya serdema me ya niha ye û parastina ewlehî û istiqrara axa me û yekitiya me ya li dijî terorê zêde kiriye, wekî em dizanin ku hin aliyên cîhanî û herêmî xwedî armanc û berjewendiyên hevbeş hene dixwazin bi rêya wan, van destkeftiyan pûç bikin da ku bixin kontrola xwe."

El-Casim di dawiya axaftina xwe de got: "Sûriye dayika me hemûyan e û em cudahiyê di navbera me de qebûl nakin, çiqas bahoz bi ser me de werin jî, em ê bi hemû ziman û rengên xwe hev û du qebûl bikin û em ê azadî, ewlehî û aramiya axa xwe bi ramanên nijadperestî sînordar nakin."

'RÊVEBERIYA XWESER A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ YEKITIYA GELÊN HERÊMÊ AVA KIR ' 

Endamê Meclisa êlên Elbû Kemal, Selah El-Selman got: "Hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd, Ereb, Suryan û Aşûr delîleke eşkere ya têkoşîna gelê wê ya li hember komployan di dema niha û ya berê de ye û ev yek hevgirtina di navbera van pêkhateyan de ye."

Selah El-Selman wiha lê zêde kir: "Tevî têkiliyên civakî, zewac û cîrantiya di navbera pêkhateyên Ereb, Kurd û pêkhateyên din ên herêmê de, di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di hemû astan de pêwendiyeke bihêz heye."

El-Selman piştrast kir ku Rêveberiya Xweser yekitiya gelên herêmê ava kir û hemû planên dewletên mêtînger û dagirker ên ku dixwazin fitneyan di navbera pêkhateyên herêmê de derxînin pûç kirin.

'HEVGIRTINA ME LI SER BINGEHA JIYANA HEVBEŞ E '                        

      

Rûspiyê êla El-Merasmê, Zêb Dawûd got: "Hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Kurd û Ereb, demeke dirêj me bi hev re jiyaneke aram û bê pirsgirêk derbas kiriye, heta çend aliyan dest bi hewldana fitneyan derxin kir, lê me yekitiya xwe parast û feraseta nijadperestî red kir."

Zêb Dawûd wiha dom kir: "Hevgirtina me li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş ku fitneyan red dike. Ewlehî û aramiya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya hevgirtina pêkhateyên herêmê ye."

Zêb Dawûd axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em bang li hemû zarokên xwe dikin ku nekevin xefka propagendeyên dijminên ku hewl didin projeya me  têk birin, fitneyê di navbera pêkhateyên herêmê de derxin. Her wiha parastina destkeftiyên bi saya hevgirtina pêhateyan, biparêzin."

(dx)

ANHA