Bajarokên Hesekê agirê Newrozê pêxistin

Di çarçoveya çalakî û pîrozbahiyên Newroza 2022’yan ku ji 15’ê Adarê li herêma Cizîrê hatiye destpêkirin de, bajark û navçeyên Hesekê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirê Newrozê pêxistin.

Bajarokên Hesekê agirê Newrozê pêxistin
Bajarokên Hesekê agirê Newrozê pêxistin
Bajarokên Hesekê agirê Newrozê pêxistin
Bajarokên Hesekê agirê Newrozê pêxistin
Bajarokên Hesekê agirê Newrozê pêxistin
Bajarokên Hesekê agirê Newrozê pêxistin
16 adar, 2022   16:26
HESEKÊ

Di çarçoveya pîrozbahiyên cejna Newrozê ya 2022’yan de çalakiyên hunerî li hemû bajar, navçe û bajarokên herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Girêdayî mijarê meclisên bajarok û navçeyên Hesekê gelek şahiyên hunerî li dar xistin û agirê Newrozê pêxistin. Ew şahî ji bajarokê Tiwêne yê li aliyê rojava û li avahiyên Efrînê yên li aliyê başûrê bajêr dest pê kirin.

Di şahiyê de bi sedan şêniyên bajarokê Tiwêne û gundewarên wê, bi sedan koçberên Efrînê yên li bajêr bi cih bûne, şêniyên başûrê bajêr, endamên meclisan, berpirsên partiyên siyasî û Rêveberiya Xweser beşdar bûn. Her wiha qada şahiyê bi wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên QSD, YPG û YPJ’ê hate xemilandin.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre malbatên şehîdan ên Tiwêne û gelek malbatên şehîdan ên Efrînê agirê Newrozê di du pîrozbahiyên cuda de pêxistin.

Di şahiyan de Hevserokê Meclisa Bajarokê Tiwêne Ebdurezaq Mihemed axivî û wiha got: "Em Newrozê li beşdaran pîroz dikin. Em tabloyeke bedew ji hemû pêkhateyan, bi hemû rengên biharê û rengên Newroza azadiyê li pêşberî xwe dibînin."

Mihemed îşaret bi girîngiya cejna Newrozê kir û wiha domand: "Ev cejn ji mezinan de maye û em jî îro bi sîfeta neteweyî ne bi sîfeta neteweperestî derbasî nevî û nifşên nû dikin."

Mihemed wiha dawî li gotina xwe anî: "Em bi vîna gelan Newroza 2022’yan bikin Newroza rizgarkirina gelan ji dagirkeran, mîna Erdogan û çeteyên wî. Ji ber Newrozê cejna hezkirin û aştiyê ji tevahî gelan re ye."

Li aliyekî din jî endama rêveber a PYD’ê Samiye Ferhan da zanîn ku Newroz destpêka sala nû ya hemû gelan e ne tenê ji bo kurdan e. Lê ew rojeke rizgariya hemû etnîk, mezheb, gelan ji bindestiyê ye. Ji lew re hemû gel pê pîroz dikin.

Samiye Ferhan cihê şahiya Newrozê ya navendî eşkere kir, ku dê li bendava rojavayî Hesekê were lidarxistin.

Şahî bi gerandina govend li dora agirê Newrozê bi dawî bûn.

(fr)

ANHA