Şêniyên gundên Dirbêsiyê agirê Newrozê dadan

Dayikên şehîdan agirê Newrozê li gundê Itêşan bi rêya şahiya ku Meclisa bajarokê El-Qeremanî ya Dirbêsiyê li dar xistiye, pêxist.

Şêniyên gundên Dirbêsiyê agirê Newrozê dadan
16 adar, 2022   16:39
HESEKÊ

Bi nêzbûna cejna Newrozê re Meclisa Bajarokê El-Qeremanî ya Dirbêsiyê ya Hesekê şahiyek li dar xist.

Di şahiyê de bi dehan ji şêniyên gund, bajarok El-Qeremanî û gundên derdorê û endamên saziyên sivîl ên bajarok amade bûn.

/ar/uploads/files/2022/03/16/160543_2022-3-16-alderbasiya-sahiya-naweoza-28129.webp

Dayikên şehîdan ên navçeya Dirbêsiyê agirê Newrozê ya 2022’yan pêxist û dûvre beşdaran govend di ber stranên folklorîk re gerandin.

ANHA