Li Qamişlo şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn

Şêniyên bajarê Qamişlo 100 şehîdên meha Adarê ku di salên cûda de şehîd bûne li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi bîr anîn.

Li Qamişlo şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
Li Qamişlo şehîdên meha Adarê hatin bibîranîn
16 adar, 2022   16:02
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan ji bo bîranîna 100 şehîdên YPJ – YPG`ê, QSD`ê û gerîla her wiha şehîdên 11’ê Adarê û Serhildana 12`yê Adarê merasîmek li dar xist. Malbatên şehîdan, endamên saziyên sivîl û şêniyên bajar beşdarî merasîma bîranînê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Umer Mûsa, hemû şehîdên azadiyê û şehîdên meha Adarê bi bîr anîn û wiha axivî: "Hemû serkeftin, hevgirtin û dmokratiya ku îro me bi dest xistiye bi saya şehîdên Kurd, Ereb, Suryan û hemû pêkhateyên herêmê ye."

Paşê peymana KCK`ê ji dayikên şehîd û dayikên aştiyê re ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Buşra Hisên ve hate xwendin û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna tişta ku ji bo wê têkoşiyan, da. Her wiha KCK`ê di peyamê de bang kir ku li derdora rêya berxwedan û şopa şehîdan bicivin.

Paşê wêneyên rêber Abdullah Ocalan û her şehîdekî/ê diyarî malbatên wan hatin kirin.

(bx)

ANHA