Şêniyên herêma Cizîrê şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn

Şêniyên herêma Cizîrê bi gelek çalakiyan şehîdên Komkujiya Helebçeyê bi bîr anîn. Her wiha destnîşan kirin ku Komkujiya Helebçeyê xelekek ji komkujî û qirkirinên li dijî gel Kurd bû.

16 adar, 2022   13:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera 34`an komkujiya Helebçeyê ye ku di encamê de 5 hezar Kurd li Başûrê Kurdistanê şehîd bûn û nêzî 10 hezar kes birîndar bûn.

Bi vê boneyê, li kantona Hesekê, Dirbêsiyê, Til Temir, Hol, Zirgan, Qamişlo û Amûdê ji aliyê meclisên navçeyan ve çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Li Hesekê Meclisa Kampa Girê Spî ya koçberên herêma Serêkaniyê ya dagirkirî, daxuyaniyek da. Hevseroka meclisa kampê Fedîle Hisên daxuyanî li pêşiya navenda meclisê xwend.

Meclisê di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî kir ku 16`ê Adarê wek roja têkoşîna li dijî çekên kîmyewî û qedexekirina wê bi nav bike.

Her wiha bang li gelê Kurd kir ku dersan ji dîrokê bigire, yekitiya xwe ava bike da ku destkeftiyên xwe biparêze.

DIRBÊSIYÊ Û ZIRGAN

Li Dirbêsiyê hevserokê meclisa navçeyê Rustem Bekir û li navçeya Zirganê endama meclisa navçeyê Rehef El-Qati daxuyanî xwend.

Di her du daxuyaniyan de hat diyarkirin ku hêzên kapîtalîst bi rêya parçekirina Kurdistanê hewl da Rojhilata Navîn bi giştî kontrol bikin, nasnameya dîrokî û şaristanî ya gelê Kurd tune bikin. 

Di her du daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku gelê Kurd ji vêxistina çirûska azadiyê û Newrozê bi hezaran ciwan kirin qurbanî û li hember pergalên dîktator serî hilda.

HOL

Li Holê jî Nivîsgeha Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) semînerek li dar xist. Di semînerê de endamê rêveber ê PYD`ê Idrîs Yunis têkildarî Komkujiya Helebçeyê axivî.

Idrîs Yunis komkujiyên li dijî Kurdan ên li Başûr, Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi destê hikumetên dagirkerên Kurdistanê bi bîr xistin û diyar kir ku heman aliyan komkujî li dijî Ermen û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn.

Her wiha destnîaşn kir ku ji ber siyasetên dewletan û yên vîna gelên azadîxwaz red dikin, komkujî pêk tên.

TIL TEMIR

Li Til Temirê bi dehan şêniyên navçeyê, li pêşiya Saziya Malbatên Şehîdan a li navçeyê 5 deqeyan rêz girt.

QAMIŞLO û AMÛDÊ

Li Qamişlo û Amûdê jî têkildarî heman mijarê, daxuyanî hatin dayîn.

Endamê PYD`ê şaxê Qamişloyê Nizamedîn Hisên li pêşiya navenda partiyê ya li bajêr û endama PYD`ê şaxê Amûdê Hena Xalid li Qada Şehîd Cîhad daxuyanî xwend.

Bi dehan şênî, endamên saziyên sivîl tev li her du daxuyaniyan bûn.

Her wiha li Amûdê dikan jî hatin girtin.

Di her du daxuyaniyan de hat destnîşankirin ku siyaseta qirker a li dijî Kurdan a li Helebçeyê di dîrokê de ya herî kirêt bû, lê Kurdan ji cîhanê re isbat kir ku mîna van sûcan bandor lê nake û dev ji doza xwe ya rewa bernadin.

Her wiha soza şopandina fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan û şehîdan heta tunekirina hemû cureyên tundiyê û zilma li dijî gelê Kurd hat dayîn.

(şx)

ANHA