Şêniyên Çelebiyê bi sedan dar çandin

Di çarçoveya çalakiyên cejna Newrozê de şêniyên navçeya Çelebiyê ya kantona Kobanê îro nêzî 700 dar li navçeyê çandin.

Şêniyên Çelebiyê bi sedan dar çandin
Şêniyên Çelebiyê bi sedan dar çandin
Şêniyên Çelebiyê bi sedan dar çandin
16 adar, 2022   13:03
EYN ÎSA

Bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl û leşkerî yên navçeyê beşdarî çandina daran bûn. Dar li aliyê rojavayê Çerxerêya Xerab Eşq a navçeyê hatin çandin.

Li gorî agahiyên ku cîgirê Hevserokatiyiya Şaredariya Gel a Çelebiyê Mihemed Heyder dane, 700 dar hatine çandin.

Mihemed Heyder da zanîn ku ev însiyatîf di çarçoveya çalakî û pîrozbahiyên Newrozê pêk tê.

/ar/uploads/files/2022/03/16/114218_mhmd-hydr.webp

Piştî bidawîbûna çandina daran, beşdaran 5 deqeyan rêz ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Helebçeyê girt.

(dx)

ANHA