ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-03-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 15-03-2022
15 adar, 2022   00:00

- Bi boneya salvegera 11'emîn a şoreşa Sûriyê, MSD'ê civînekê li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê şahiya Cejna Newrozê li Girkê Legê li dar dixe, saet 16:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi diruşma "Newroza zarokan" şahiyek li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê tê lidarxistin, saet 10:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Partiya Sûriya Pêşerojê panelekê li ser şoreşa Sûriyê li bajarê Minbicê li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi destpêkirina êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaayê re, endamê Hêzên Asayîşê Samî Yûsif di betlaneyê de bû, lê bi bihîstina agahiyên êrişê re, yekser beşdarî Pêngava Gurzê Gelan dibe û di oxira parastina gelê xwe ji terora çeteyan de şehîd dibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endamên rêveber ên saziyên çandê yên herêma Firatê got, ji bo ku herêmê kontrol bikin û çanda gelan ji holê rakin PKK'ê xistin "lîsteya terorê". Her wiha diyar kir ku PKK'ê li hemberî projeyên mêtîngeriyê tê dikoşe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Ev 11 sal e aloziya Sûriyê berdewam dike. Hikumeta Şamê bi hemû rêbazan hewl dide li ser desthilatê bimîne, aliyên ku xwe spartine derve jî ji bo pêkanîna armancên dewleta Tirk bûne amûr û diyalogên ji bo parvekirina berjewendiyan de dewam dikin. Li gel vê jî projeya li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibe modela çareseriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Pisporê Meclisa Kar û Barên Navneteweyî ya Rûsyayê Kirill Semenov got, gelekî dûr e Rûsya Ukraynayê dagir bike. Lê lêkolînerê peymangeha Lêkolînên Siyaseta Derve ya Amerîkayê Maximillian Hess hişyarî da ku rewş gelek xeter e û şaştî encamên xeter bi xwe re tînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Di nêrîna biyaniyan de civaka Êzidî komeke olî ye û gelek axaftin berovajî li dijî wan hatin kirin, her wiha zêdetirî 70 ferman û qatlîam li hemberî wan kirin.

KURDISTAN

- Biradost Mîtanî diyar kir ku komkujiyên dewleta Tirk a dagirker û bikaranîna çekên kîmyewî li çiyayên Kurdistanê li dijî gerîla, ji komkujiya Helebçe ne cuda ye. Her wiha destnîşan kir ku ji bo rawestandina komkujiyan hêza parastinê  çareseriya herî guncaw e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şîrovekarê siyasî Niyaz Hamîd diyar kir ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya ji Tirkiyê re ji bo pêkanîna gelek armancan e û got, armanca yekemîn ew e ku dewleta Tirk li gel şerê li Ukraynayê, dest deyne ser gaza Başûrê Kurdistanê û ya din jî siyasetên dijminatiya kurdan pêk bîne. (BI WÊNE).

ANHA