MSD: Ji bilî veguhestina siyasî tu çareserî tune ne

MSD‛ê bi boneya salvegera 11’emîn a destpêkirina şoreşa Sûriyê got, ji bilî pêkanîna veguhastina siyasî ya ber bi dewleta demokratîk a pirrengî ya nenavendî ve tu çareserî li Sûriyê tune ne.

MSD: Ji bilî veguhestina siyasî tu çareserî tune ne
14 adar, 2022   21:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 11’an a destpêkirina şoreşa Sûriyê ku dikeve 15’ê Adarê, Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya MSD’ê de wiha hate gotin:

"11 sal di ser destpêkirina şoreşa Sûriyê re derbas dibe ku çirûska tevgera wê li Dera dest pê kir û bi lez li tevahî bajar û bajarokên Sûriyê belav bû, hîna dengê xwepêşandanên aştiyane ku banga azadî û rûmetê dikin heye. Li hemberî wan dengan gule, tundiya saziyên ewlehiyê bi awayekî hovane hate bikaranîn.

Beriya tevgera li Sûriyê ya di nîvê Adara 2011’an de, bi salên dirêj têkoşîna li dijî destpotiyê  hebûn, tê de welatiyên sûrî ji ber siyasetên dermirovî yên rejîmê gelek azar kişandin. Ew siyaset bûn sedem ku gelek têkoşerên azadiyê salên dirêj di girtîgehan de derbas bikin û rastî hemû cureyên tundî, zilm û zordariyê werin û jiyana xwe ji dest bidin.

Desthilata Şamê berpirsê karesatê mirovî ya li Sûriyê ye, her wiha berpirsê yekemîn ê qetilkirin, wêrankirin, koçberkirin, tesfiyetên di girtîgehan de û revandina welatiyan bi zorê ye. Şamê hemû însiyatîfên diyaloga hundirîn a bi armanca çareserkirinê red kirin û krîz mezintir kir, her wiha Sûriyê kir ku dewleteke xwedî serweriya wê û xaka wê were binpêkirin û kete destê hêzên herêmî û navneteweyî. Li aliyekî din jî destê desthilata Şamê di guherîna şoreşa Sûriyê de hebûn û ber bi çekdariyê ve bir. Her wiha muxalefetê û rêxistinên îslamî û terorê jî şoreş ji rêya wê derxistin. Tevî gelek astengiyên li hember şoreşa Sûriyê û ruxmî hemû hewldanên revandin û dizîna bi destê çeteyan, lê di cewhera xwe de şoreşa maf, azadî û rûmetê ye û dê bimîne dîrokeke tijî hêvî û xwedî armanc û xwestekên pîroz.

Careke din em soz didin ku pabendî parastina xwestekên şehîdên azadî û rûmetê bin û dibîne ku bêyî pêkanîna veguhastina siyasî ya ber bi dewleta demokratîk a pirrengî ya nenavendî ve tu çare li Sûriyê tune ne. Ji ber ew bi rêya destûrê mafên hemû pêkhateyên neteweyî û ol, mafên siyasî, aborî, civakî û çandî ji hemû welatî û koman re bêyî cudahiya etnîkî yan zayned an reng an ol an jî ziman,  misoger dike. Divê hemû aliyên muxalifên neteweyî yên demokratîk li ser yek nêrîn û bernameyeke giştî û nexşerêyekê bicivin da ku ji vê krîzê rizgar bibin, dagikeriyê bi dawî bikin û armanca şoreşa azadî û rûmetê pêk bînin. Her wiha em bang li civata navneteweyî dikin ku hevkar be û destekê bide xeta niştimanî ya demokratîk, ji ber ew rêya yekane ya rizgarkirina welat, pêkanîna ewlehî û îstîqrarê li herêmê ye."

(fr)

ANHA