​​​​​​​Meclisa Jinan a Sûriyê banga avakirina rola jinan di danûstandinên çareseriyê de kir

Meclisa Jinan a Sûriyê bi boneya salvegera destpêkirina şoreşa Sûriyê banga aktîvkirina rola jinan di danûtandin de û avakirina şandeyeke jinan ji bo danûstandinên li Cinêvê kir.

​​​​​​​Meclisa Jinan a Sûriyê banga avakirina rola jinan di danûstandinên çareseriyê de kir
14 adar, 2022   21:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Bi boneya salvegera 11`emîn a destpêkirina şoreşa Sûriyê Meclisa Jinan a Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku erdîngariya Sûriyê veguheriye qada şer, pêkanîna hesaban û şerê bi wekîlan û wiha hate gotin: "Piştî şerê bi salan, dem hatiye ku hemû aliyên sûrî fam bikin ku divê tevahî pêkhateyên Sûriyê bêyî şertên pêşîn cihê xwe di diyalogan de bigirin, ji ber ku hemû alî li ser maseya diyalogan rûnenên dê Sûriyê bi tevahî pêkhateyên di bin gefa tunekirinê de bimîne."

Meclisa Jinan a Sûriyê di daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya rola jinan di çareseriya siyasî de û got: " Ji ber girîngiya rola jinan û beşdarbûna wê di çareseriya siyasî û rêvebirina civakê de, her wiha ji ber meyla jinan a cewherî ya ji bo aştiyê, sekna wê ya li hember zehemtiyên hebûnê û gefên domdar, rewşên ambargoya aborî kir,  em bang dikin ku li gorî biryara 2254, biryarên Konseya Ewlekariyê yên girêdayî jinan, bi taybet birayra 1325'an beşdarbûna jinan were aktîvkirin. Her wiha careke din bang dikin ku şandeyek jinên sûrî were avakirin da ku beşdarî proseya siyasî  ya li Cinêvê bibe."

Meclisê her wiha îşaret bi nivisandina destûrekî laîk kir ku mafên tevahî welatiyan, bi taybet mafên jinan bêyî cûdabûn misoger bike û got: "Em bi hêvî ne ku îsal bibe sala çareseriyê û Sûriya pêşerojê li gorî hêviyên gelê Sûriyê di demokrasî, pirrengî û nenavdî de be."

(bx)

ANHA