Yekitiya Êzidiyan: Dewleta Tirk dixwaze nasname û dîroka Kurdan tune bike

Bi rasthatina salvegera 4`emîn a dagirkirina Efrînê re Yekitiya Êzidiyan a Helebê êrişên dewleta Tirk ên li dijî kantonê şermezar kirin û got "Dewleta Tirk a faşîst dixwaze nasname û dîroka Kurdan tune bike."

Yekitiya Êzidiyan: Dewleta Tirk dixwaze nasname û dîroka Kurdan tune bike
14 adar, 2022   12:54
HELEB

Bi rasthatina salvegera 4`emîn a dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, Yekitiya Êzidiyan a Helebê daxuyaniyek da.

Endama yekitiyê Ranya Cafer û endama Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk Medya Elî daxuyanî bi zimanên erebî û kurdî xwendin.

Di daxuyaniya Yekitiya Êzidiyan de ev hate gotin: "Bi dilekî xemgîn em îro roja reş a ku di ser gelê Kurd re derbas bû ku dewletên garantor û bêwijdan pêk anî, bi bîr tînin û dibêjin bi van êrişan xwestin gelê herêmê koçber bibin û erdnîgariyeke bi pirrengiya pêkhateyên xwe tê naskirin, dagir bike. Efrîn bi hemû qadên xwe yên çandî, civakî, aborî, leşkerî û birêxistinkirina gel a di bin sîwana neteweya demokratîk û biratiya gelan de, ji cîhanê re bû mînak."

Di berdewama daxuyaniyê de ev hate destnîşankirin: "Efrîn dayik û welat e, xaka wê bi xwîna ewladên wê yên birûmet hate avdan, lê niha xaka wê bi kesên bêwijdan qirêjî bû. Darên wê şewitandin, gor û mezargehên pak rûxandin heta kevir li ser kevir jî nehiştin. Piştî 4 salan ji dagirkeriyê sivîl, di nav de jin û zarok têne revandin da ku hîn zêdetir fidyeyan bistînin.

Li aliyekî din jî dewleta Tirk ji mêj ve li dijî gelê me yên Kurd siyaseta guhartina demografiyê dide meşandin, da ku xewna Osmaniyan zindî bike.

Lewma em êrişên li ser Efrînê şermezar dikin û bang li rêxistinên hiqûqî yên îdiaya parastina mirovahiyê dikin û qadên navneteweyî dikin ku sînorekî ji dagirkeran re deynin û li pêşberî raya giştî ya cîhanê wê darizînin."

(eh)

ANHA