Tenduristî li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de bi karesetê re rû bi rû ye

Rewşa tenduristiyê ya binkeftî li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de aloztir dibe û roj bi roj ber bi kareseteke tenduristî diçe.

Tenduristî li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de bi karesetê re rû bi rû ye
14 adar, 2022   14:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Sektora tenduristiyê li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de bi gelek alozî û pirsgirêkan re rû bi rû maye.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî (NY) hewcedariya derdora 12.2 milyon sûriyan bi alîkariyên tenduristiyê heye. Ev tê wateya ku zêdetirî nîvê gelê Sûriyê pêwîstiya wan bi alîkariyan heye.

Budçeya tenduristiyê ya hikumeta Şamê di sala 2011`an de daket 248 milyon dolarî, di 2015`an de daket 170 milyon dolarî û di sala 2021`an de jî daket 80 milyon dolarî. Li gorî malpera Qasyon ev tê wateya ku para her ferdekî/ê ji xizmetên tenduristyê di 2 salên dawîn de bi rêjeya ji sedî 89 kêm bûye.

Li gorî budçeya 2021`an para her ferdekî/ê ji xizmetên tenduristiyê salane 3.6 dolar e. Li gorî budçeya sala 2019`an jî ev tenê para mehekê bû.

Li gorî daneyên Ofîsa Navendî ya Daneyan, hejmara nexweşxaneyên hikumetê di sala 2002`yan de 150 bû lê di sala 2019`an de ev hejmar daket 113’an.

(şx)