Li Girkê Legê 64 şehîd hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Girkê Legê ya kantona Qamişlo bi merasîmekê 64 şehîd bi bîr anîn ku di mehên Çile, Sibat û Adarê de di dem û cihên cuda de şehîd bûne.

Li Girkê Legê 64 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 64 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 64 şehîd hatin bibîranîn
Li Girkê Legê 64 şehîd hatin bibîranîn
14 adar, 2022   12:48
QAMIŞLO

Merasîm li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan ê kantona Qamişloyê li dar ket. Malbatên şehîdan û endamên saziyên navçeyê û şênî tev lê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Tacedîn Hisên axivî û soza berdewamkirina rêya şehîdan a berxwedan û têkoşînê da.

Paşê sînevizyonek li ser 64 şehîdên Hêzên Parastina Gel (HPG), Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), YPG û YPJ`ê hat pêşandan. Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadeta şehîdan hatin xwendin.

(şx)

ANHA