Civîna 4`an a di navbera Moskov û Kîev de îro li dar dikeve

Di roja 19`an a tevgerên Rûsyayê li Ukraynayê de, îro gera çaran a dan û standinan di navbera Rûsya û Ukraynayê de li dar dikevin.

Civîna 4`an a di navbera Moskov û Kîev de îro li dar dikeve
14 adar, 2022   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Hemwextî berdewamkirina tevgerên Rûsyayê li Ukraynayê, îro gera 4`an a dan û standinên di navbera Rûsya û Ukraynayê bi rêya vîdyo li dar dikevin.

Berdevkê Kremlin Dmitry Peskov duh êvarê daxuyanî da û diyar kir ku dan û standin di navbera Ukrayna û Rûsyayê de dê îro berdewam bikin.

Li aliyekî din şandeya Rûsyayê ya dan û standinan Leonid Slutsky duh diyar kir ku pêşketineke cewherî di dan û standinan de çêbûye û êdî dibe ku di demeke nêz de helwesteke hevpar di navbera her du şandeyan de were nîşandan.

Li gorî tora El-Erebiye, serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky bang li nûnerên her du aliyan kir ku hevdîtineke yekser di navbera wî û hempîşeyê wî yê Rûsyayê Vladimir Pûtîn de li dar bixin. Lê Kremlin vê yekê red dike.

Di encama her sê civînên dan û standinan de, agirbest li gelek bajarên mezin hat ragihandin di nav de Kîev heye. Da ku sivîlên di wir de asê mane, derkevin. Lê agirbest gelek caran hat binpêkirin û her du aliyan hev du tawanbar kir.

Kîev û dewletên rojavayî hêvî dikin ku civînên dan û standinan bi agirbesteke mayînde tacîdar bibin ku di encamê de çareseriyek û aştî di navbera her du aliyan de pêk were. 

Kremlin gelek caran, destnîşan kir ku ew dev ji pêkanîna armancên destwerdanê bernade. Ji ber wê gelek çavdêr diyar kirin ku pêkanîna lihevkirinekê di navbera her du dewletan de hêviyeke dûr e.

Yekşemê, Rûsyayê bi moşekan êriş bir ser baregeheke leşkerî li rojavayê Ukraynayê, di encamê de 35 kes hatin kuştin. Ew baregeh; navendeke stratejîk a hevkariyê di navbera Ukrayna û NATO`yê de bû.

Ji destpêka tevgerên Rûsyayê li Ukraynayê, hezar û 300 leşkerên ukraynî hatine kuştin.

Moskovê jî di 2`yê Adarê de ragihand ku 498 leşker hatine kuştin, lê ji wê demê ve, daneyên nû nedan.

(şx)