MÎT`a Tirk li Efrîna dagirkirî 11 welatî revandin

Çavkaniyan ji kantona Efrînê ya dagirkirî ragihand ku MÎT`a Tirk û çeteyên wê ji herêmên cuda yên Efrînê, 11 welatî revandin di nav de du jin û zarokek hene.

MÎT`a Tirk li Efrîna dagirkirî 11 welatî revandin
14 adar, 2022   10:04
ŞEHBA

Çavkaniyan ji kantona dagirkirî daxuyand ku artêşa Tirk di deh rojên dawî de bi bihaneyên vala, li navçeyên Efrînê 11 welatî revandin.

Çavkaniyan navên kesên hatine revandin eşkere kir:

Hêvîn Tarî ji gundê Çeqela yê navçeya Şiyê.

Mihemed Nezmî Nasan (19) ji gundê Xelnêrê yê navçeya Mabeta.

Mihemed Mihemed Oso, Mehmûd Ehmed Hacî û Luqman Nûrî Mistefa ji gundê Kaxirê yê navçeya Mabeta.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku çeteyên "polîsên leşkerî" ku rasterast ji MÎT`a Tirk  fermanan digirin, ev welatî revandin:

Hecî Îsmaîl (30) ji gundê Keferdelê yê navçeya Cindirêsê.

Xelîl Mihemed Reşîd (40) û hevsera wî Nazliyê Mistefa yên ji gundê Mosako yê navçeya Raco.

Mihemed Xelîl Reşîd (38) ê ji gundê Bilîlko yê navçeya Raco.

Ayaz Hesen Zelxoko (14) ê ji gundê Bedîna yê navçeya Raco.

Arif Hemdoş ê ji gundê Kefercenê yê navçeya Şera.

Li aliyekî din jî çavkaniyan da zanîn ku çarenûsa van welatiyên revandî, hîn jî ne diyar e.

Ji beriya 4 salan ve artêşa Tirk û çeteyên wê li dijî niştecihên Efrînê sûcan pêk tînin, da ku demografiya herêmê biguherin.

(eh)

ANHA