Şêniyên Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Gabarî

Şêniyên Dêrikê li Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê sersaxî ji malbata şehîd Ehmed Gabarî re xwest.

Şêniyên Dêrikê sersaxî da malbata şehîd Ehmed Gabarî
14 adar, 2022   11:56
QAMIŞLO

Bi sedan endamên Meclisa Malbatên Şehîdan ên Dêrikê û endamên saziyan li pêşiya navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê kom bûn da ku berê xwe bidin konê sersaxiyê. Konê sersaxiyê yê şehîd Ehmed Gabarî li Navenda Şehîd Bawer a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê hate vegirtin.

/ar/uploads/files/2022/03/14/111751_2022-03-14-drk-kone-sersaxiye-ye-s-ehmed-e280ab28129e280ac.webp

Di destpêka merasîma sersaxiyê de endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Wense Şiwêş axivî û got şehîd Ehmed tevî ku bi temenê xwe mezin bû, lê dîsa jî bi rihê xwe yê berxwedêr û têkoşer dihat naskirin û li deverên cuda bê dudilî tê koşiya.

Wense Şiwêş bal kişand ser xwedîderketina li xeta şehîdan û got: "Şehîdên me nasname û hebûna me ne."

/ar/uploads/files/2022/03/14/113228_2022-03-14-drk-kone-sersaxiye-ye-s-ehmed-e280ab2816438343729e280ac-e280abe280ac.webp

Bi navê Tevgera Civaka Demokratîk Mihemed Ebdulezîz axivî û îşaret bi xurttkirina asta têkoşîn û birêxistinbûnê kir.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Mehmûd Ehmed nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk Ehmed Gabarî 8`ê Adarê li Qamişloyê di encama krîza dil de gihaşt şehadetê.

(eh)

ANHA