Rojnameyên erebî: Şam piştgiriya tevgerên Rûsyayê li Ukrayna dike

Rojnameyên erebî yên vê sibehê behsa piştgiriya hikumeta Şamê ji tevgerên leşkerî yên rûsî li Ukraynayê, kar û barên Lîbyayê û têkiliyên Erebistanê Siûdiyê û Îranê kir.

Rojnameyên erebî: Şam piştgiriya tevgerên Rûsyayê li Ukrayna dike
Rojnameyên erebî: Şam piştgiriya tevgerên Rûsyayê li Ukrayna dike
Rojnameyên erebî: Şam piştgiriya tevgerên Rûsyayê li Ukrayna dike
14 adar, 2022   09:05
NAVENDA NÛÇEYAN

ŞAM SÛRIYAN KOM DIKE DA KU LI UKRAYNAYÊ PIŞTGIRIYA RÛSYAYÊ BIKE

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Dezgeha fermî ya Şamê îşaretê bi piştgiriya raya giştî ya ji destekdayîna ji tevgerên leşkerî yên rûsî li Ukraynayê re dike, hemwextî vê yekê jî agahî balav dibin ku sûrî navên xwe ji bo tevlêbûna ji hêzên rûsî re tomar dikin."

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku zêdetirî 40 hezar sûrî navên xwe ji bo tevlêbûna ji hêzên rûsî re tomar kirine, li hember vê yekê jî dê pereyan werbigirin. SOHR`ê diyar kir ku heta niha tu kes ji Sûriyê berê xwe nedaya Ukraynayê, lê raporên çapemeniya Ewropa diyar kir serokê Rûsyayê Vladimir Pûtin ferman daye ku divê zêdetirî 16 hezar kes ji Sûriyê û dewletên Rojhilata Navîn tev li hêzên rûsî li Ukraynayê bibin.

Aliyên hikumetê li herêmên di bin kontrola wê de, banga piştgiriya serokê rûsî û erêkirina li ser tevgerên wî yên leşkerî yên li Ukraynayê dike.

REWŞA SIYASÎ YA LI LÎBYAYÊ

Têkildarî rewşa Lîbyayê rojnameya El-Beyan wiha nivîsî: "Gelê Lîbyayê li benda zelalkirina rewşa welatê xwe ne, li ser vê yekê nivîsgeha ragihandinê ya hikumeta Lîbyayê ku parlamantoyê bawerî dayiyê, daxuyand ku wan tedbîrên îdarî û ewlekariyê girtine, da ku li gorî qanûnan dest bi hikumdariyê bike."

Dezgeh û aliyên li Lîbyayê yên li paytexta Tarablusê destnîşan kir ku rewşa welêt hîn jî ne zelal e, di heman demê de serokên hikumeta Yekitiya Niştimanî Ebdulhemîd El-Debîbe û hikumeta nû Fethî Başaxa ji helwestên xwe nayên xwarê, aliyên navneteweyî jî ji çareserkirina aloziyê re nebûn bersiv û wiha dewam kir: "Êdî pêşbîniyên rûdana şer bi xurtî xwe dide der û ev e ya ku hêzên hundirîn û derve yên bibandor dixwazin pêşî lê bigirin, da ku careke din li welat tundî û parçebûn çênebe."

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) Stephane Dujarric diyar kiribû ku mîsyona NY`yê hemû alî li ser hevkariya bi şêwirmenda NY`yê Stephanie Williams hişyar kiriye, ji ber ku hewl dide bi danûstandinê ji aloziya heyî derkeve.

Williams li ser vê yekê got, El-Debîbe û Başaxa der barê lidarxistina diyalogan de bertekên erênî nîşan dan, NY`yê desteka her du aliyan jî nekir û wiha dewam kir: "El-Debîbe dê diyalogên rasterast bi Başaxa re li dar bixe, da ku aloziya siyasî ya welat çareser bibe, lê çavkaniyên Lîbyayê yên rewşê dişopînin dan xuyakirin ku El-Debîbe li ser hevdîtina bi Başaxa re erê nekiriye û meseleya civîna di navbera van her du aliyan de heta niha nehatiya pêşniyarkirin, êdî şerê li ser desthilatê yê li Lîbyayê gihaştiye qonaxeke dijwar."

DIYALOGÊN DI NAVBERA SIÛDIYÊ Û ÎRANÊ DE BER BI TARÎBÛNÊ VE ÇÛYE

Têkildarî diyalogên di navbera Siûdiyê û Îranê de, rojnameya El-Ereb ev nivîsand: "Raposên Îranê têkildarî çarenûsa diyalogên di navbera Siûdiyê û Îranê de ne zelal in, hin ji wan jî didin xuyakirin ku behsa diyarkirina dema lidarxistina civîneke nû nayê kirin."

Ji 2016`an ve têkiliyên her du welatan hatine qutkirin, lê dîsa jî her du welatên ku di dosyeyên cuda yên herêmî de li hember hev radiwestin, par 4 caran li paytexta Iraqê li hev civiyan da ku têkiliyên xwe baş bikin.

Ajansa Arna ya Îranê ragihand ku dema lidarxistina gera 5`emîn a danûstandina di navbera Îran û Siûdiyê de, hîn nehatiye diyarkirin. Di heman demê de hin çavkaniyan daxuyand ku ev peywendî bi awayekî demkî hatiye betalkirin.

(eh)