​​​​​​​Serokwezîrê Iraqê serdana Hewlêrê kir

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî tevî şandeke paye bilind ya Iraqê serdana Hewlêrê kir. Tê payîn ku Kazimî bi rayedarên herêmê re bicive.

​​​​​​​Serokwezîrê Iraqê serdana Hewlêrê kir
14 adar, 2022   08:44
NAVENDA NÛÇEYAN 

Şandeyek ji hikumeta Iraqê bi serokatiya serokwezîrê Iraqê gihaşt Hewlêrê. Di nava şandeyê de Wezîrê Parastinê yê Iraqê Cuma Inad, Wezîrê Navxweyî Osman Xanimî û Şêwirmendê Encûmena Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim Erecî jî hene.

Şande li balafirxaneya Hewlêrê ji aliyê serokwezîrê Başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Wezîrê Navxweyî Rêber Ehmed ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyan wê şandeya Iraqê bi berpirsên Başûrê Kurdistanê re li ser êrişa li ser Hewlêrê bicivin. Tê payîn ku şande serdana cihên rastî êrişa bi mûşekan hatiye, jî bike.

Duh bi şev saet 01:03’an de bi 12 mûşekan êrişî Hewlêrê hate kirin. Li gorî daxuyaniya Wezareta Navxweyî 2 sivîl birîndar bûn.