Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Tebqayê endamekî me birîndar bû

Li Tebqayê çeteyan mayînek di erebeya endamekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn de teqend, di encamê de endam birîndar bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn: Li Tebqayê endamekî me birîndar bû
14 adar, 2022   09:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera fermî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn ev daxuyanî da: "Li Tebqayê şaneyek girêdayî rêxistina DAIŞ`ê mayînek di erebeya endamekî me de teqand, di encama de endamê hêzên me birîndar bû.

Hêzên me yekser berê xwe da devera teqînê, endam rakirin nexweşxaneyê û cihê teqînê dorpêç kirin, da ku cihê buyerê ji madeyên teqemeniyê paqij bikin.

Hêzên me ji destpêka salê ve li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şaneyên veşartî yên rêxistina terorîst girtin."

(eh)