Mihemed Elî El-Ibo: Avakirina Rêveberiya Sivîl a Minbic gaveke dîrokî ye

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û gundewarê wê Mihemed Elî El-Ibo, avakirina Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Minbic bi gaveke dîrokî wesifand û got: "Divê em li hember xetereyên li dijî vê rêveberiyê hişyar bin, nexasim ên ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve."

Mihemed Elî El-Ibo: Avakirina Rêveberiya Sivîl a Minbic gaveke dîrokî ye
13 adar, 2022   10:01
MINBIC-EHMED QERAÇE

Piştî ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Minbic ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, di 12`ê Adara 2016`an de bi beşdariya hemû pêkhateyên bajêr, Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê hate avakirin.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û gundewarên wê Mihemed Elî El-Ibo bi vê boneyê wiha axivî: "2016`an bi destpêkirina hemleya rizgarkirina Minbicê û gundewarên wê ji çeteyên DAIŞ`ê, mecliseke sivîl hate avakirin da ku xebatên pêwîst pêkêş bike ta ku rêveberî tê damezirandin. Meclisê karê xwe berdewam kir heta ku bajar bi temamî ji DAIŞ`ê hat rizgarkirin."

El-Ibo ev li gotina xwe zêde kir: "Piştre Meclisa Edaldeta Civakî ji parêzer û qanûnsazan hate avakirin, ji ber ku pir pêwîst e dadmendî ji bo welatiyan re pêk were. Dûre Meclisa Qanûnsaz ji hemû pêkhateyan û mezhebên li bajêr hate avakirin û jinan di rêveberiyê de roleke pêşeng lîst."

El-Ibo avakirina Rêveberiya Sivîl li Minbicê bi gaveke dîrokî û girîng bi nav kir û wiha dewam kir: "Ji ber ku piştî gel ji zilim û zordariya dermirovî ya DAIŞ`ê rizgar bû, êdî derbasî qonaxeke nû ji ronasans, ewlehî, îstiqrar û demokrasiyê bûn."

El-Ibo anî ziman ku piştî 5 salan ji avakirina Rêveberiya Sivîl gelek guhertin di binesaziya Minbicê de çêbûn, ji wan qada avakirinê, tenduristiyê û perwerdeyê. Ne ji ewlehiya vê herêmê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye ev yek pêk nedihat.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbicê Elî El-Ibo wiha dewam kir: "Bêguman ev guhartin ne li gorî siyaseta gelek kesên li derdora herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, nexasim dewleta Tirk, ji ber ku dixwaze ewlehî û îstiqrara herêmên me têk bibe, isbata vê yekê jî gef û sûcên ku her tim pêk tîne."

ꞌBI SAYA PIŞTGIRIYA GEL JI RÊVBERIYÊ RE EM ŞERÊ DERÛNÎ DERBAS DIKINꞌ

El-Ibo ev yek li gotinên xwe zêde kir: “Bi saya hevgirtina şêniyan bi Rêveberiyê re, hertim em hemû sûcan û şerê derûnî ku lidijî me tê meşandin, têk dibin. Em pişta xwe nadin civata navneteweyî lê gelê me dê serkeftinê di hemû waran de pêk bîne.”

Di dawiyê de Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic got: "Ev hemû bi saya berdêl û fedekariya şehîdan e, lewma heta avakirina civakeke demorkatîk û siyasî, em ê şopdarên rêya wan bin."

(eh)

ANHA