​​​​​​​Tevgerên Rûsya yên li Ukraynayê bandorê li aboriya Şamê ya hilweşiyayî dike

Welatiyên li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de para herî zêde ji hilweşandina aboriya cîhanî ya ji ber tevgerên leşkerî yên Rûsya yên li Ukraynayê wergirtin ku nirxê madeyan bi awayekî mezin zêde bûn. Lêkolînerê aboriya siyasî Yehya Omer anî ziman ku sedemên vê yekê ew e ku hikumeta Şamê bi awayekî mezin xwe dispêre berhemên Rûsya, her wiha belavbûna gendeliyê û tunebûna kontrolê aloziyê kûrtir dike.

​​​​​​​Tevgerên Rûsya yên li Ukraynayê bandorê li aboriya Şamê ya hilweşiyayî dike
13 adar, 2022   04:25
NAVENDA NÛÇEYAN –LÎLAV DÊWANÎ

Tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê aloziya aborî ya li Sûriyê kûrtir kir. Li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de nirxê madeyên bi awayekî mezin bilind bû ku rêjeya wî ji sedî gihaşt 300. Ji wê zêdetir hin made peyda nabin.

Tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê ku 24'ê Sibata borî dest pê kir bandor li petrol û ewlehiya xurekê ya cîhanê kir. Ji ber ku Rûsya û Ukraynayê di bazarên madeyên çandinî yên cîhanê de xwedî navendên sereke ne.  Di bazara cîhanê de berhemê genim ê her du welatan ji sedî 23'ye û ji berhemê genim çareyekê dide cîhanê. Piraniya berhemên genim ên Ukraynayê di rêya Deryaya Reş de derdikevin derve. Rûsya jî jêdera herî mezin a petrolê ye.

Welatiyên Sûriyê yên li herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de para herî zêde ji hilweşandina aboriya cîhanê digrin. Hikumeta Şamê ji peydakirina madeyên sereke de bi taybet genim, xwe dispêre hevkara xwe Rûsya ku salane derdora mîlyon ton jê digre. Her wiha jêdera yekemîn a zeyta nebatî ya sivik a Sûriyê Ukranyayê ye.

BUHA 3 QAD BİLİND BÛYE

Li gel aloziya aborî, hilweşandina lîreya Sûriyê li beramberî pereyên biyanî û kêmbûna mûceyên karmendan, tevgera leşkerî ya Rûsya ya li Ukraynayê rewşa debarê ya welatiyên li herêmên hikumeta Şamê de dijwartir kir ku nirxên derman û madeyên sereke bilind bûn û gihaşt ji sedî 300. Nirxê 8 lître zeyt ku 70 hezar lîreyên Sûriyê bû niha bûye 120 hezarî, ew jî zêde peyda nabe. Li gel wê gendelî belav e û rewş nayê kontrokirin.

Her wiha nirxê kîloyeke şekir gihaşt 37 hezar lîreyên Sûriyê, kîloyeke birinc gihaşt 6 hezarî, kîloyeke savar (birxul) bû 4 hezar û 200 lîreyan, tenekeyeke zeyta zeytûnan gihaşt 240 hezar lîreyên Sûriyê, kîloyek rûnê çêlekan bû 19 hezar û penêr 12 hezar û 500 lîreyên Sûriyê. Kîloyek goştê mirîşkan 10 hezar û 500, kîloyek goştê pez gihaşt 33 hezar û kîloya goştê çêlekan gihaşt 27 hezar lîreyên Sûriyê.

Bilindbûna nirxan ji bo madeyên sotmeniyê jî derbasdar e. Nirxê lîtreyek benzîn di navbera 4 hezar û 5 hezaran de ye, mazot di navbera 2 hezar û 800 û 3 hezar û 500 lîreyan de ye. Her wiha nirxê tûpeke gazê di navbera 80 heta 90 hezar lîreyan de ye.

Qada tenduristiyê jî ji bandorên krîza aborî ya li herêmê bêpar nema. Nirxê dermanan ji sedî 50 bilind bû û gelek cûreyên dermanên dil, serêş, şekir û penceşêr û dermên nexweşiyên kronîk nemane.

Li aliyekî din jî aloziya şîrê zarokan careke din derketiye pêş. Hin cûreyên şîrên zarokan bi temamî neman û nirxên yên din jî bilind bûn. Nirxê qutîkeke şîrê "Nan" ji 12 hezarî gihaşt 17 hezar lîreyan, şîrê "Kîkoz" ji 10 hezar û 500 gihaşt 14 hezar lîreyên Sûriyê.

WELATÎ BERDÊLÊ DIDIN

/kr/uploads/files/2022/03/12/210620_-.webp

Lêkolînerê aboriya siyasî Yehya Omer sedemên bilindbûna nirxên madeyan û tunebûna hin madeyan li sûkan spart van xalan: "Hikumeta Şamê di peydakirina madeyên sereke yên xwarinê wekî genim de, xwe dispêre hevalbenda xwe Rûsya ku car caran bi nirxên giran û car caran jî bêpere jê digre. Cezayên ku li ser Moskova hatine birîn bi awayekî mezin bandorê li aboriya Sûriyê ya hilweşiyayî dike. Her wiha bazirgan li bendên kontrolê yên rejîmê li dirêjahiya rêya di navbera Sûriyê û Iraqê de bace û bertîlên didin, ji wê zêdetir kelûpel bi qaçaxî tên derxistin. Ev hemû pirsgirêk in, rejîma Beşar Esed jê berpirsyar e ku eşkere desteka xwe ji bo Rûsya ragihand."

KEYSBAZÎ Û GENDELÎ

Dezgehên ragihandinê yên girîngiyê didin kar û barên Sûriyê ragihandibûn ku bazirgan zeytê di depoyan de vedişêrin, da ku bi buhayeke bilind bifiroşin.

Aborînas Yehya Omer, li ser belavbûna keysbazî û gendeliyê ji aliyê bazirganan ve hişyar da û got" Li herêmên di bin kontrola hikumetê de belavbûna keysbazan û bazirganên şer rewşê aloztir dike ku di niha û beriya meha Remezanê de madeyên sereke nafroşin da ku hîn zêdetir peryan qezenc bikin."

Omer destnîşan kir ku hikumetê bi pêkanîna peymanên bi bazirganan re hatiye tawanbarkirin û wiha got: "Hikumet hewl dide zeytê keysbaz bike û bi nixên bilind di rêya deriyên sînor de bifiroşe."

Li gorî dezgehên ragihandinê, hikumeta Şamê hatiye tawanbarkirin ku bi bazirgên zeyta nebatî re peymanan îmze dike ku da ku buhaya wê bilind bike û bi miqdarên mezin daxistiye sûkên bazirganiyê yên hikumê û bifroşe û aloziya li Ukraynayê dike hincet.

Li gorî çavdêran, hikumeta Şamê destekê dide Rûsya di tevgerên wê yên leşkerî yên li Ukraynayê û hemû hêviyên xwe bi serkeftina Moskova ve girêdayî ye, her têkçûkeke rûsî wê Sûriyê berdêlên wê di gelek dosyayan de bibe, di nav de mûzakeriyên Soçî, Komîteya Destûrî, her wiha bandorên krîza aborî ya hikumeta Şamê.

Têkildarî bandorên helwesta hikumeta Şamê ya piştgiriya liv û tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê Omer wiha axivî: "Piştgiriya sûrî ji Rûsyayê re ne tenê siyasî  ye, lê belê gihaştiye asta ku çeteyên sûrî li Ukraynayê tev li hêzên rûsî bike. Amadekirina van çeteyan li bajarên wekî Tertûs, Laziqiyê, Dera û Siweyda, her wiha hin herêmên gundewarên Şamê tê kirin."

Omer ev li gotina xwe zêde kir: "Ne dûr e ku ji ber vê yekê cezayên nû yên navneteweyî li ser Sûriyê werin birîn. Bi siyaseta kêmkirina paran, bilindkirina buhaya enerjiyê, kêmkirina piştgiriyê û zehmetiyên debarê re, zextên li ser gelê li hundirê herêmên di bin kontrola hikumetê de, zêde dibe."

ꞌÇARESERIYÊN BÊENCAMꞌ

Beriya niha hikumeta Şamê îdia kiribû ku ew ê kel û pelan li bazarên herêmên di bin kontrola wê de, peyda bike. Lê bi destpêkirina tevgerên leşkerî yên rûsî li Ukraynayê di heman rojê de civîneke awarte li dar xist. Di civînê de behsa bandorên rewşa aborî û xizmetguzariyê ya li ser Sûriyê kir.

Hikumetê îdia kir ku ew ê di du mehên pêş de madeyên bingehên ên wekî zeyt, şekir û genim dabîn bike, her wiha belavkirina wan jî kontrol bike. Her wiha îdia kir ku ew ê kontrolkirina bankên li bazaran xurttir bike da ku rê li pêşiya keysbaziyê bigire.

Hikumetê di dewreya nû ya zimhêrê de para welatiyan kêm kir, mehane ji bo her malbatekê tenekak zeyt veqetand û da zanîn ku ev rewşeke awarte ye.

Aborînasê siyasî Yehya Omer di dawiyê de ev got: "Dibe ku alternatîfên hikumeta Şamê yên bi armanac çareserkirina aloziyê, bê encam bin. Ev alternatîf girêdayî, li benda werza buharê ku genimê xwecehî û giha geş bibe, dibe ku ji sewalan re bibe êm, her wiha kêmkirina xerçkirin û deqexekirina derxistina berheman derveyî Sûriyê. "

(eh)

ANHA